Nîsan 26, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • Bangewaziya Sekreterxaneya hertimî Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji Întifazeya Filistînê ji bo Roja Cîhanî ya Qudsê

Sekreterxaneya hertimî ya Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji Întifazeya Filistînê di bereberê Roja Cîhanî ya Qudsê da ji hemû gelê qareman û hertim li meydanê yê Îrana Îslamî, nûnerên meclîsên cîhanê, rêxistinên gelanî û azadîxwazên cîhanê xwest ku beşdarî meşa vê rojê bibin.

29ê Nîsanê hevdem di gel 27ê meha Remnezana 1443an, Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Îmam Xumeynî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ji bo zindîmana mijara bingehîn a Filistînê û ragihandina hevgirtina misilmanên cîhanê tev filistîniyan û seferberkirina hêzan ji bo rizgariya Qudsa pîroz ji bin dagirkeriya siyonîstan, Îna herî dawî ya meha pîroz a Remezanê wek Roja Cîhanî ya Qudsê bi nav kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Sekreterxaneya Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji Întifazeya Filistînê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ragihand, di bereberê çil û pêncemîn meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da xortên filistînî bi pêkanîna operasiyonan li erdên dagirbûyî yên 1948an û Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ku nîşana hebûn û hêvîdariya gişt gelê Filistînê di şerê rizgarkirina erdên dagirbûyî da ye, selimand ku Filistîn tevî xiyaneta hin desthilatdarên ereb, zindî ye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Berxwedana gelê Filistînê kariye hêza Amerîka û Ewropayê wek piştgirên sereke yên Rejîma Siyonîst û dewletên aştîker ku bi sadetiya xwe wer difirkirin ku bi asayîkirina pêwendiyan û razîkirina siyonîstan dikarin bingehên sist û pûşekî yên hikûmetên xwe yên dijî gel xurt bikin, xistiye bin pirsê û dijmin asê kiriye.

Sekreterxaneya hertimî ya Konferansa navneteweyî ya piştgiriya ji Întifazeya Filistînê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî tevî piştevaniya ji yekîtî û yekparçetiya gelên misilman careke din ji meclîsên îslamî û cîhanê û rêxistinên gelanî xwest ku bi şermezarkirina destdirêjî û cinayetên rejîma siyonîst a dagirker, rê li ber cihgirbûna zilmê di warê navneteweyî da bigirin û pişta mafên rewa yên gelê Filistînê bigirin.

 

Serepeyv