Rapor: Ji bilî "Mistefa Kazimî", gelek aliyên erebî û iraqî bertekên tund nîşanî destdirêjiya Tirkiyê dan
Bertekên aliyên iraqî û erebî li dijî êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Lê belê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hembr van êrişan tu helwest nîşan neda, berovajî fermana êrişkirina Şengalê da. Gelo ev çi nîşan dide?
Piştî 3 rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî tev şandeyeke PDK`ê ji Tirkiyê re û hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan re, 18`ê Nîsanê dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên nû dan destpêkirin.
Derdorên erebî û iraqî li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê ên li dijî serdestiya Iraqê bertekên tund nîşan dan.
BÊDENGIYA BEXDAYÊ HIŞT DEWLETA TIRKIYÊ SERWERIYA IRAQÊ BINPÊ BIKE
Endamê Hevbendiya El-Fetih Elî El-Fetlawî destdirêjiyên Tirkiyê li ser bakûrê Iraqê şermezar kirin û teqez kir ku ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê, dewleta Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike.
Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El Xezelî jî diyar kir ku li ser xaka Iraqê hebûna artêşa Tirkiyê ji ya hêzên Amerîkayê metirsîdartir e.
Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, derbarê destdirêjiyên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Wê Iraq li beramberî dubarebûna êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne.”
NAYÊ QEBÛLKIRIN
Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm jî daxuyaniyek nivîskî da. Emar Hekîm got: “Bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê yên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûlkirin.” Hekîm da zanîn divê hemû welat rêzê li serweriya xaka Iraqê bigirin.
Parlamanterê iraqî û nûnerê Bloka Sadîqûn Ehmed El-Mûsewî jî got, şerm e ku hikumeta Iraqê û parliman li hemberî êrişa dewleta Tirkiyê li ser xaka Iraqê bêdeng bimînin.
Li aliyê din, ketîbeyên “Hizbullah-Iraq” ragihand, aramnc ji destdirêjiya dewleta Tirkiyê li ser serweriya Iraqê, kontrolkirina petrol û gazê ye.
ÎTIRAZA FERMÎ
Wezareta Karên Derve ya Iraqê sêşemê balyozê Enqereyê yê li Iraqê Alî Riza Guney vexwend û muzakereyeke itirazî radestî wî kir, tê de bang li Tirkiyê kir ku dev ji tevgerên wiha yên handêr û binpêkirinan berde. Wezareta Iraqê her wiha banga vekişandina hemû hêzên Tirkiyê yên li xaka Iraqê kir.
Serokkomariya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirkiyê daxuyaniyî da û got: "Em êrişên dewleta Tirkiyê ji nêz ve dişopînin. Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."
Li ser malperên medya dijîtal jî bertekên li dijî bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê li bakurê Iraqê, derketin û ev pirs hat kirin: “Dê kengî hikumeta Bexdayê dagirkeriya Erdogan li Herêma Kurdistanê rawestîne?”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî teqez kirin ku tu bihaneyên êrişên li ser Herêma Kurdistanê tunene û zêdebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyê li wir ji bo dagirkirina wê xakê ye.
KAZIMÎ BERTEK NÎŞAN NEDAYE
Ruxmî van bertekên tund jî, lê belê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hemberî êrişan tu helwest nîşan nedaye. Berovajî, wekî Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ferman da arêtşê û hêzên çekdar ên Iraqê ku êrişî Şengalê bikin.