Nîsan 07, 2022 14:27 Asia/Tehran
  • Rapor / Dewama doza Kobaniyê -  Demîrtaş: Piştî hevdîtina di gel Davûdoglu em ji Enqerê çûn Kobanê

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di 11emîn rûniştina dadgehê de ya li ser dosyeya bûyerên Kobanê ragihand ku piştî di gel serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Ahmet Davûdoglu hevdîtin pêk anîne, ji Enqerê çûne Kobanê yê bakurê Sûriyê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Roja Sêşemê 5ê Nîsana 2022an li dadgehê şahidhalekî bi navê Kerem Gokalp îdîa kir ku “eger daxuyaniyên Demîrtaş nebûna bûyerên Kobanê nediqewimîn û kes nedihat kuştin” û derbarê serdana Kobanê de pirsyar ji Demîrtaş kir.

Demîrtaş pirsî, “Kîjan daxuyaniya min bû sedema derketina wan bûyeran?” Demîrtaş ew tohmet red kirin û got: “Wê demê ez li Waşîngtonê bûm, bilez vegeriyam. Piştî em di gel Davûdoglu civiyan di gel Kamuran Yuksel em ji Enqerê çûn Kobanê.”

Piştî wergirtina îfadeyan, 11emîn rûniştina dadgehê ya li ser bûyerên Kobanê ku ji 28ê Adara îsal ve dest pê kiriye û li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê bi rê ve diçe, bo roja Pêncşembê 7ê Nîsanê hat paşxistin.

Bûyerên Kobanê ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014an de qewimîn, wek hinceteke serekî ya girtina HDPê tên behskirin. Piştî ku DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Kobanê kir, HDP û hejmarek partiyên din ên Kurdî yên Kurdistana Tirkiyê daxwaz ji hikûmeta wê demê ya Tirkiyê kirin, rê bo şandina çek û hevkariyên din ên serbazî ji Tirkiyê ve bo şervanan bide, lê Enqerê red kir.

Li çend bajarên Kurdistana Tirkiyê xwepêşandanan dest pê kir û alozî çêbûn, hikûmetê jî qedexeya çûn û hatinê ragihand. Tevlîhevî û alozî zêde bûn û di encam de 46 sivîl û polîs hatin kuştin, 682 kes ji xwepêşander û polîsan birîndar bûn, 323 kes hatin desteserkirin û hezar û 113 avahî jî hatin şewitandin.

Hikûmeta Tirkiyê roja 4ê Çileya 2016an operasyoneke berfireh bo ser HDPê da destpêkirin û hevserok û hejmareke zêde ya parlamenterên wê partiyê hatin desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê hatin girtin. Di dosyeya bûyerên Kobanê de hevserokên berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di gel 108 endam û berpirsên HDPê tên dadgeh kirin ku 22 ji wan niha girtî ne.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyeyê piştî derbasbûna şeş salan di ser wan bûyeran re roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê li Enqerê hat kirin.

Serepeyv