Adar 14, 2022 17:16 Asia/Tehran
  • Rapor - Êrîşa Rûsyayê dê zirareke mezin bide ser beşa geştyariyê ya Tirkiyê

Êrîşa Rûsyayê ser Ukraynê bandor û zirarê dide ser beşa turîzmê ya li Tirkiyê. Lewra li gorî amarên sala 2021an, ji sedî 28ê geştyarên ku serdana Tirkiyê kirine ji Rûsya û Ukraynê hatine.

Li gorî rapora Rûdawê, Aboriya Tirkiyê ku ev demekî ye di nav krîzê de ye, piştî êrîşa Rûsyayê ya bi ser Ukraynê di gelek waran de zêdetir dikeve tengasiyê. Yek ji wan qadan jî qada geştyariyê ye. Lewra nêzî ji sedî 30yê geştyarên ku salane serdana Tirkiyê dikin geştyarên Rûs û Ukraynî ne û derdora 11 milyar dolar dahatû jê dihat. Lê ji ber şerî heta niha gelek geştyarên wan welatan rezervasyonên xwe yên bilêtên balafir û mayînê betal kirine.

Li gorî beşa turîzmê ya Tirkiyê, wê ji ber şerê heyî, beşa Tirkiyê îsal ji sedî 30-35 dahata xwe ya geştyariyê ji dest bide. Nûnerên beşa turîzmê didin zanîn, ew dixwazin hikûmet bi pakêtên aboriyê piştgiriyê bide wan û ji bo hatina geştyarên ji welatên jî kampanya bêne lidarxistin.

Çagrı Ozcagliyan ê ku li Aksaraya Stenbolê xwedî acenteya turîzmê ye, piştî şerê Rûsya û Ukraynê her roj jê re telefonên bi vî rengî tên. Lewra geştyarên Rûs û Ukraynî piştî şerî, an rezervasyonên xwe yên bo Tirkiyê betal dikin an jî ji bo demeke nediyar bi paş dixin.

Xwediyê Kompanyaya Acenteya Îlayê Çagri Ozcagliyan dibêje: “Ev şer ji aliyê geştyariyê ve bandoreke pir mezin dide ser me. Bes kompanya û mişteriyên ku ez bi wan re dixebitim 35 kes bilêtên xwe yên balafirê betal kirin. Em bihayê hemû bilêtan li wan vedigerînin. Ev yek madî û manewî zirarê dide ser me. Her wiha niha hemû karûbarên vîzeyê yê Rûsya û Ukraynê jî hatiye rawestandin. Lewra mirov ditirsin, şer heye, naxwazin biçin. Ev rewş jî xisarê dide ser me û kompanya û acenteyên girêdayî vê sektorê.”

Salawext derdora 10 milyon turist ji Rûsya û Ukraynê serdana Tirkiyê dikirin û derdora 11 milyar dolar dahatûyeke mezin ji bo beşa turizm, ger û geşt, xwarin, vexwarin, otêl û mayînê bi dest diket. Beşa turîzmê a Tirkiyê niha li, bendê ne ku hikûmet bi pakêtên aboriyê piştgiriyê bide wan û ji bo welatên din ew karibin bi hêsanî pakêtên danasîn û teşwîqê amade bikin.

Xwediyê Otêla Euro Diamondê Yakup Malgaz jî got: “Em li bendê ne ku ji çaran yek dahatûya îsal a geştyariyê çênebe êdî. Ji xwe ji niha ve piraniya rezervasyonan hatine betalkirin, wê geştyarên Rûs û Ukraynî neyên. Seferên balafiran nemaye, jixwe Ukrayn bi temamî hatiye girtin. Mirov ketine derdê canê xwe. Yanê wê ev yek bandoreke mezin bide ser me. Heta ku ev şer neqede wê ev zirar û ziyan mezintir bibe.”

Nûnerên beşa turîzmê a Tirkiyê, piştî 2 salan bi normalîzasyona pandemiya vayrosa coronayê li bendê bûn ku havîna sala 2022an ji bo Tirkiyê bibe sala qezencê a turîzmê û derdora 35 milyar dolar dahatû bi dest bixistina. Lê niha ew dibêjin, ger krîza heyî ya Rûsya û Ukraynê berdewam bike ew ê ji sedî 30-35 dahata geştyariyê ya Tirkiyê ji dest biçe û vê ev yek derbeyeke giran bide ser kompaniyên geştyariyê.

 

Serepeyv