Adar 14, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Şirove - Êrîşa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser baregeha Mosadê li Hewlêrê

Yekîneya dijeterorê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku berbanga roja Yekşemiyê Hewlêrê ji aliyê rojhilat va ketiye ber êrîşa 12 mûşekan.

Êrîşa berbanga Yekşemiyê kiryara beranber li dijî Rejîma Siyonîst bû. Rejîma Siyonîst demek beriya niha ji Herêma Kurdistanê li dijî Komara Îsêamî ya Îranê tevgeriya. Ji ber vê yekê di êrîşa berbanga Yekşemiyê du baregehên Mosadê li Hewlêrê ketin ber êrîşê. Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku di vê êrîşê da 9 efserên siyonîst hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

 

Ev êrîş ji çend hêlan va girîng e.

Yekem: Vê êrîşê nîşan da ku Komara Îslamî ya Îranê di dabînkirina ewlehiya xwe da tam cidî ye û her kiryara ku ewlehiya wê bixe ber xeterê, dê bêbersiv nemîne. Îranê ev stratejî beriya niha bi caran selimandiye ku ji wan em dikarin amaje bi êrîşa mûşekî li ser baregeha amerîkî ya Eyn ul-Esedê li Iraqê bikin. Di daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da jî hatiye: "Em miletê mezin ê Îranê dilniya dikin ku ewlehî û aramiya niştîmana îslamî, hêla sor a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye û ew ê îzna gefê nedin tu kesî."

 

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di vê daxuyaniyê da xitabî Rejîma Siyonîst ragihand: "Em careke din rejîma cinayetkar a siyonîst hişyar dikin, dubarekirina her cûre şeerxwaziyê dê tûşî bersivên dijwar,, vebirr û kavilker bê."

Duyem: Di êrîşa berbanga Yekşemiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tenê baregehên Mosadê ketine ber êrîşê û tu navendeke iraqî an amerîkî nektine ber êrîşê. Loma, her cûre propagandaya medyayî û şerê derûnî yê dijmin derbarê êrîşa li ser amerîkî an iraqiyan nayê pejirandin.

Sêyem: Van êrîşan serdestiya isstilaatî ya hêzên çekdar ên Îranê nîşan da, ji ber ku haya wan ji baregeha hêzên israîlî li Hewlêrê hebû û wan tenê armancên Mosadê dane ber mûşekên xwe.

Çarem: Van êrîşan hedefgirtina deqîq a mûşekên îranî nîşan da, ji ber ku hem tu ziyanek li welatiyên sivîl neketiye û hemî jî ji bilî hêz û mekanên Mosadê, tu hêz û mekanekî din neketiye ber êrîşên mûşekî. Ev yek qabiliyeta leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê nîşan dide.

Pêncem: Êrîşên mûşekî yên duh li dijî baregeha Mosadê li Hewlêrê, tu têkiliyek bi operasiyona vê dawiyê ya Israîlê li Sûriyê tuneye û Komara Îslamî ya Îranê dê bersiva vê operasiyonê bi awayê bihêztir û di demeke din da wê bide. Di operasiyona vê dawiyê ya Israîlê li Sûriyê, du fermandarên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî şehîd bûn.

Şeşem: Rayedarên iraqî û rayedarên Herêma Kurdistanê di halekî da nerazîtiya xwe li hemberî êrîşên mûşekî yên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li Hewlêrê diyar kir ku beriya vêya Komara Îslamî ya Îranê bi caran derbarê kiryarên dijî Îranê yên Israîlê jin Herêma Kurdistanê hişyarî dabû. Her wiha cografyaya Iraaqê bi giştî di salên dawî da ji aliyê dijminên Îranê va hat bikaranîn ku ji wan em dikarin amaje bi terorkirina serdar sipehbud Qasim Suleymanî fermandarê rehmetî yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di berbanga 3ê Çileya 2020î ji aliyê leşkerên amerîkî va bikin.

 

Loma îdiayên derbarê binpêkirina hakimiyeta Iraqê ji aliyê Îranê va ne durist in, ji ber ku rejîma Siyonîst û dewleta Amerîkayê cigrafyaya Iraqê ji wan Herêma Kurdistanê ji bo şopandina armancên xwe yên dijî Îranê bi kar tînin.

 

 

Serepeyv