Rapor - Rewşa bêkariya jinan li Tirkiyê: Ji her sê jinan yek bê kar e
Di sektora kar de Tirkiye di warê newekheviya zayendî de nîvê rêjeya welatên Ewropa û Rêxistina Hevkarî û Pêşveçûna Aborî (OECD) derbas kir û li Tirkiyê ji her 3 jinan yek jin bê kar e.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Daîreya Lêkolîna Giştî ya Kar ser bi Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DISK) rapora xwe ya bi navê “Li Tirkiyê Keda Jinê” eşkere kir. Li gor rapora DISKê di warê bêkariya jinan de rêjeya li Tirkiyê zêdeyî nîvê rêjeya welatên Ewropayê û OECDê ye û li Tirkiyê ji her 3 jinan 2 jin nikarin kar bikin.
Li gor amarên raporê li welatên OECDê rêjeya bê kariya jinan ji sedî 6.1 û li welatên Ewropayê ev rêje 7.2 e û li Tirkiyê jî rêjeya bê kariya jinan ji sedî 14.4 e. Di nav kar de rêjeya newekheviya zayendî li welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 10 e û li Tirkiyê ev rêje ji sedî 39,1 e. Herwiha li Tirkiyê zêdeyî 12 milyon jin ne fermî tên xebitandin û karkerên mêr %27,4 zêdetirî jinan qezenc dikin.
Karkerên zilam zêdetir qezenc dikin: Li gor raporê ji her 10 jinan 3 jin ne fermî kar dikin û ev jî tê wateya zêdeyî 12 milyon jin ku ne fermî tên xebitandin. Li gor lêkolînê karkerên mêr %27,4 zêdetirî jinan qezenc dikin û 13,3 milyon jin jî ji ber bê berambêr (karê malê) kar dikin nikarin li cihekî din bixebitin.
Li Tirkiyê rêjeya mêran a beşdarbûna kar %63,5 e û rêjeya jinan %29 e. Wate li Tirkiyê beşdarbûna jinan bo sektora kar ji nîvê rêjeya mêran kêmtir e.
Karkerên di sendîkayê de tomarkirî: Li gor raporê rêjeya beşdarbûna sendîkayan a jinan jî li gor a mêran kêm e û ji her 10 jinan yek kes li sendîkayê tomarkirî ye. Di beşa karên giştî de rêjeya karkerên mêr yên di sendîkayê de tomarkirî %22 û rêjeya jinan jî %8 e.
Di raporê de bi armanca başkirina rewşê di gelek xalan de nerîn hatine diyarkirin. Bi taybet amaje pê hatiye kirin ku divê bi armanca tomarkirina jinên karker ên netomarkirî polîtîkayên hikûmetê bên cîbicîkirin. Ligel raporên rêxistin û sendîkayên sivîl li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rêjeya bê kariya jinan ên 4 mehên dawî yên sala 2021ê ji sedî 27.2 e.