Sibat 24, 2022 23:58 Asia/Tehran
  • Şerê Ukrayna û Rûsyayê û bandora wê li ser Tirkiyê

Qeyrana ku li kêleka Behra Reş rû daye bala hemû cîhanê bi ser xwe ve dikşîne. Piştî êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, li gor hin nêrînan potansiyela şerekî cîhanî jî derketiye. Helbet bandora vê yekê li tevahiya cîhanê dibe.

Welatê ku  beriya hemû cîhanê bandoreke neyênî ji vê qeyranê dibîne Tirkiye ye.

Gelo çima Tirkiye yekem welat e ku ji ragêşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de bandoreke ewqasî zêde dibîne.

Sedema ewil pêwendiyên Tirkiye û Ukryana yên dîrokî ne. Herdû welat ta ji serdema Osmaniyan ve partnerên germ in.

Di serdema 19an de nîvê axa Ukrayna ya niha, axa Osmaniyan bû.  Di navbera herdû aliyan de peymana yekem jî di sala 1649an de hatiye îmzekirin. Ukrayna ji bo Tirkiye her kiriye welatekî girîng.

Piştî ku Yekîtiya Sovyetê belav bû,  Ukrayna jî serxwebûna xwe ragihand Tirkiye beriya hemû welatan dewleta Ukrayna nas kir; sal 1991 bû.

Di 3ê Sibata 1992an de yekemîn bingeha pêwendiyên dîplomatîk di navbera herdû aliyan de hate danîn. Di sala 1993an de jî Peymana Hevkarî û Dostaniyê hatiye îmzekirin.

Tirkiye û Ukrayna di sala 2011an de Konseya Stratejiya Asta Bilind îmzekirine.

Di sala 2017an de peymana rakirina vîzeyan ji hêla herdû welatan ve qebûl kirin.

Qebareya bazirganiya di navbera herdû aliyan de salane derdora 7.5 milyar dolar e. Armanc ew e ku di demek nêz de ew rêje bigihîje 10 milyar dolar û di dema dirêj de jî bigihîje 30 milyar dolar.

Karsazên tirk nêzikî 4.5 milyar dolar sermayeya xwe birine wî welatî û Tirkiye ji bo Ukrayna sêyemîn welat e bo bazirganiyê.

Dîsa Ukrayna 3yemîn welate ku herî zêde geştiyar jê têne nava Tirkiye. Sala çuyî derdora 2 milyon geştiyarên Ukraynî seredana Tirkiye kirine.

Hejmara fîrmayên tirkan ku li Ukrayna kar dikin gihîştiye 700î. Li deh sektorên Ukrayna jî karsazên tirk pêşengiyê dikin.

Li hêla din Tirkiye heta niha bi qasî 3 milyar dolar jî dron û firokeyên bêfirokevan firotine Ukrayna. Ew mijar di heman demê de gumana Rûsya û gelek welatên din jî bo Tirkiye zêde dike.

Sedema duyemîn ya bandora nebaş jî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ne.

Rûsya di van salên dawîn de ji hela leşkerî, bazirganî, enerjî, cotkarî, siyasî û jeostratejiyê ve bûye partnerê herî girîng ê Tirkiye.

Tenê li Sûriye hevkariya Rûsya rê li ber gelek berjewendiyên Tirkiye xweş dike.

Veguhestina sotemeniyê jî sûdeke mezin li pêwendiyên herdû aliyan dike.

Qebareya bazirganiya bi Rûsyayê re jî salane gihîştiye dora 30 milyar dolar.

Salane nêzikî 10 milyon rûs seredana Tirkiyê dikin. Tirkiye ji sedî 40ê gida û xurekên xwe  ji van herdû welatan dabîn dike ku ew niha li keviya şer in.

Niha Tirkiye li ser mijara Ukrayna bi dostê xwe yê herî baş re dadikeve nava nakokiyên giran. Egeriya xirabbûna pêwendiyên bi Rûsyayê re wê fatûrayên gelekî giran bo Tirkiye derxe.

Li Enqerê hemû fokûs li wê yekê hatine civandin bê ka dikare rêyeke çawa bê dîtin da him dostaniya bi Rûsyayê re berdewam bike û him jî pêwendiyên bi Ukrayna û bloka NATOyê re xirabtir nebin.

Serokomarê Tirkiye hewlek mezin da ku bibe navbeynkar, lê ji ber ku dawiya dawîn Tirkiye jî yek ji şîrikên NATOyê ye wê hewlê helwesta Rûsyayê nerm nekir.

Niha êdî şûr ji kalanê xwe derketiye û herkes hewla wê yekê dide da stûyê xwe jê dûr bêxe.

Serepeyv