Çile 03, 2022 12:35 Asia/Tehran
  • Raporek derbarê civîna girseyî ya gelê Iraqê li cihê şehîdbûna Serdar Silêmanî û El-Muhendis

Bi deh hezaran Îraqî li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kom bûn ji bo bîranîna fermandarê berê yê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî serdar general hac Qasim Silêmanî û cîgirê serokê rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis.

Hejmareke mezin ji gelê Iraqê şeva borî li cihê şehîdbûna fermandarê berê yê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî serdar general hac Qasim Silêmanî û cîgirê berê yê serokê rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê kom bûn û ev şehîdên hêja bi bîr anîn.

Beşdarên merasimê yên kombûyî li cihê şehîdbûna fermandarên berxwedanê mûm vêxistin, li Kolana Balafirgeha Bexdayê jî kombûneke mezin û girseyî ya Iraqiyan pêk hat.

Di mîtînga ku li nêzî baregeha leşkerî ya Amerîkî li Bexdayê hate lidarxistin de marş û sirûdên neteweyî yên Îran û Iraqê hatin weşandin.Belavkirina van marş û sirûdên neteweyî nîşan da ku şehîdbûna fermandeyên serkeftinê yekitiya her du welatan bihêztir kir û dengdana van sirûdên hanê li nêzikî navenda leşkerî ya Amerîkayê peyameke taybet hebû ji dijminan re.

Bi sedan Konên Huseynî yên li ser rêya balafirgehê bi vexwarin û xwarinê pêşwazî li beşdarên merasimê kirin.

Minare Cemal El-Muhendis keça Ebû Mehdî el-Muhendis di mîtînga li Bexdayê de axivî û bal kişand ser tolhildana ji Amerîkayê û wiha got: "Em ê xaka Iraqê ya ku balyozxana Amerîkayê li ser serdest e, ji nû ve bistînin û em ê ji îro û pê ve jî bêdeng nemînin."

Keça Ebû Mehdî El-Muhendis herwiha got: Em ê tolê ji melik û mîrên Erebistana Siûdî jî hilînin ku difikirin bi pereyên xwe dikarin desthilatdariya Emewiyan vegerînin.

“Zeyneb Silêmanî” keça şehîd Silêmanî jî ku di mîtînga li balafirgeha Bexdayê de amade bû, ji gelê Iraqê re axivî û got: Bavê min ji dil ji Iraqê hez dikir û hizra Iraqeke bihêz dikir.

Zeyneb Silêmanî herwiha got: Demek dirêj nabe ku em ê tola wan fermandarên şehîd hilînin û bi azadkirina Iraqê ji destê Amerîkiyan hêstirên xemê dê cihê xwe bibin şahî û keyfxweşiyê.

Li gorî vê raporê, xelkê Iraqê di axaftina Zeyneb Silêmanî de li ser yekitiya gelên Îran û Iraqê sirûda "Ev ala ji Bexdayê heta Kirmanê hatiye bilindkirin".

"Feleh El-Feyaz" Serokê Rêxistina Heşda Şeibî jî di axaftina xwe de got: Hac Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî el-Muhendis bi xwîna xwe nirxên giranbiha tomar kirine, lê em bi rijanîna xwînê têk naçin ji ber ku em mîratberên Îmam Huseyn (e.s) ne.

Ji aliyê din ve Serokê Tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê “Seyd Emmar Hekîm” di peyamekê de got: Di duyemîn salvegera bi êş a şehadeta fermandarên berxwedanê de, em şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis û Serdar Hac Qasim Silêmanî bi bîr tînin ku bi helwêstên xwe yên bi rûmet li hemberî terorîsm û pûç û bêbandorkirina pîlan û komployên wan ên krêt û qirêj navê xwe hertim xistin mêjî û bîra neteweya Iraqê û neteweyên azad û ev navê xwe yê hêja nemir kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di duyemîn salvegera şehîdbûna  fermandariya berxwedanê de, parêzgehên Besra, Wasit, Zîqar, Babil, Necef, Dîwaniye, Meysan, Kerbela û Diyala bi daxuyaniyên cuda roja duşemê wek roja betlaneyê ragihandin.

Fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serdar general Hac Qasim Sulêymanî, Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî Ebû Mehdî el-Muhendis û hejmarek ji hevalên wan sibeya roja Înê 3ê Çileya 2020 li nêzîkî balafirgeha Bexdayê paytexta Iraqê di encama êrişeke esmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatin terorkirin û şehîdkirin.

Serepeyv