Raporek derbarê krîza aborî li Tirkiyê
Li Tirkiye bandora qeyrana aborî berdewam bazarê dide ber xwe. Li gor TUIKê rêjeya bêkariyê gihîştiye 13.2an. Bihayê her tiştî li gorî sala çûyî li hin qadan sedî sedî zêde bûye ew yek jî dike ku enflasyon bilind bibe. Dîsa li gor TUIKê rêjeya enflasyonê di meha Tîrmehê de bûye 18.95 ku di ew lûtkeya 18 salên dawîn e.
Li bazara herî mezin ya mobilya û berhemanîna kerestefiroşan liv û tevgerek heye. Tevî qeyrana aborî û berzbûna enflasyonê jî esnaf rûken in. Lê ew rûkenî ne ji ber karên baştir e. Ji ber wê ye ku li gor sala çuyî rewş baştir e. Sedema wê ew e ku hemû kelûpel bi bihayê sala çuyî têne firotin. Ango bêyî qezenceke pêwîst. Berhemên ku sala çuyî nehatine firotin îsal bi bihayekî kêm têne firotin û ew jî bazarê germ dike. Lê di encamê de zirara esnafan ya salekê zêdetir e 30 ji sedî.
Şahîn Donmez, esnaf, dibêje, “Me heyamek zor giran derbas kir weke hemû esnafan. Berhemên ku em niha difroşin ên sala çûyîn e û bi bihayê sala çuyî em difiroşin. Bazar gelekî xirab bû. Hemû tişt bi dolar tê û dolar bilind e. Me ji sedî 30î zêdetir zirar kir. Wisa lê hat piştî ku ew qedexe rabûn ji derve rêjeyeke zêde ya kiryaran hat. Ew piçekî barê me sifiktir dike.”
Yek ji qadên ku bandora qeyrana aborî û bihabûnê herî zêde lê xuya ye sektora otomobîlan e. Di nava salekê de bihayê otomobîlan ji sedî sed zêde bû. Ji ber ku di heyama Corona de berhemanîn rawestiya, qada otomobîlan agir lê rabû. Li gor amarên TUIKê di meha Tîrmehê de firotina otomobîlan li Tirkiye ji sedî 47 kêm bûye li gor heman meha sala çûyî.
Sefer Baran, Seyarefiroş, Kurdî, dibêje, “Ev seyare sala çuyî 120 hezar lîrebû lê niha bûye 300 hezar. Bazara me ne baş e. Karê me jî ne baş e. Berê me mehane 3-4 seyare difrotin him nanê me derdiket him kirêya me. Lê niha rewş ne baş e. Rewşa Tirkiye bi giştî ne baş e.”
Cihên ku bihabûn û qeyranê konê xwe lê vegirtiye ev bazar in. Sala çûyî xerciya maleke 4 kesî ya van bazaran heftane 350 lîre bû. Lê îsal bûye 650-700 lîre. Bihabûn herî zêde li qada xurekan rûyê xelkê tirş dike.
Aysel Irmak, Welatî, dibêje, “Sala çuyî min heftane bi qasî 75-100 lîre hemû pêdawistiyên xwe distendin û goşt jî di nav de. Lê niha ji 150 derbas dibe. Jiyan gelekî biha bûye.”
Kemal Tekîn, Welatî, dibêje, “Welelhî niha ji ber pandemiya bazarên me giran in. Her tişt li gor sala çuyê biha bûye. Esnaf jî li gora wê biha distînin û biha difroşin.”
Selîm Abî, Welatî, dibêje, “Min niha 100 lîre mesref kir û ezê hê jî bikim. Sala çûyî min ev tişt bi 50 lîreyî distend.”
Li gor amarên TUIKê rêjeya helewse (enflasyon) di meha Temûzê de bûye 18.95 ji sedî. Ew lûtkeya herî berz ya 18 salên dawîn e. Wate, pêleke nû ya bihabûnê ya nû li ber derî ye. Tevî rakirina rênmayên (protokolên) Corona jî qeyrana aborî ya heyî pençên xwe berdewam berdide kûrahiya dilê Tirkiye.