Tîrmeh 30, 2021 16:58 Asia/Tehran
  • Rapor -  Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polîs ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû

Jina bi navê 'Z.D.' ku li Elmadaga Enqerê êriş lê hat kirin, da zanîn ku beriya 2 rojan cîranê wan bi gotina "Ez ê te li vir binax bikim" gef li keça wê ya 12 salî xwariye û ev tişt got: "Nehatin binçavkirin, Polîs li cem wan sekinîn."

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), 'Berivan Altan' nivîsiye, "Di 27'ê tîrmehê de li kuçeya Derya ya li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadagê ya Enqerê, saet di 22.30'an de bi çêrên zayendî û gotinên nîjadperest li dijî malbata kurd êriş pêk hat. Êrîş li dijî mala Z.D. (38) a ji navçeya Geverê ya Colemergê pêk hat. Dema êrişê Z.D. û zarokên xwe F.D. (21), S.D. (17), E.D. (12), Z.D. (6) û O. D (4) li malê bûn û tevahiya şevê ji ber êrişê ranezan û kel û pelê xwe dan hev. Roja piştî êrişê jî ji ber ku ewlehiya wan nema ji neçarî tax terk kirin. 

Mezopotamyayê nivîsiye: "Piştî bihîstina bûyerê em çûn taxa Îsmetpaşa û li hurguliyên bûyerê geriyan. Dema ku em çûn taxê Z.D. em pêşwazî kirin û me kel û pelên ku bi lez û bez kirine poşetan û danîne ber derî dîtin. Me êriş ji ferdên malbatê guhdar kir. 

Z.D. ku dayîka 5 zarokan e, diyar kir ku beriya 4 salan ji navçeya Bala ya Enqerê hatine li Elmadagê bi cih bûne û wiha got: "Destpêkê em li Uçevlerê bi cih bûn û 2 sal in jî em li Îsmetpaşayê dijîn. Kurê min bê kar e, Hin caran li înşaetê dixebite. Keça min a 17 salî jî li cefekê dixebitî û niha ji kar derketiye. Ez jî diçim paqijiya malan. Ev hefteyeke cîranên me çêrên zayendî û nîjadperest li me dikin. Dema destpêkê em hatin taxê me got em ji Balayê ne lê me nikaribû kurdbûna xwe veşarta. Piştî ku hîn kirin em kurd in, kes bi me re neaxivî. Dema ku ez diçim kar hin caran zarokên min stranên kurdî vedikin. Ew jî ji vê aciz dibin." 

'EM KURDAN NAXWAZIN' 

Derbarê dema êrişê de jî Z.D. bi lêv kir ku dema ji kar hatiye cîrana wan a bi navê Încî, bi dar êrişê wê, kurê wê yê biçûk O.D. û keça wê ya ji kar hatiye S.D. kiriye û ji wan re ev tişt gotiye: "Bicehimin biçin kurdên rojhilat, PKK'î, em we li Elmadagê naxwazin. Hûn terorîst in. Bicehimin biçin." Z.D. got ku dema êrişê cîranên wan ên din jî ji wan re gotine: "Em kurdan naxwazin, em PKK'ê naxwazin, bi cehimin."

 Li gorî agahiyên ku Z.D. dan; piştî vê êrişê Z.D. gazî Polîsan dike û dema ku Polîs tên jî birayên Încî yên temenê wan derdora 30'yî êrişî malbatê dikin. 

Polîs: HEKE BIXWAZIM DIKARI GULE BERÎ TE BIDIM 

Z.D. destnîşan kir ku êrişkaran hewl dane êrişê kurê wê bikin û wiha axivî: "Polîs û çend notirvanan bi wan girtibû. Yek ji wan heta ber deriyê min jî hat. Di vê navberê de çêra kirin. Kurê min jî ji bo parastina min kêrê kir destê xwe. Di vê navberê de Polîsên ku hatibûn ne li êrişkaran lê gef li me xwarin. Ji kurê min re gotin, 'Tu çima êrişî wan dikî? Heke bixwazim dikarim gule berî te bidim'. Wan dest dirêjî mala me kirin lê Polîsan qala gulereşandina li me dikirin. Min jî ji wan re got, 'Hûn li cem dewlemendan in. Heke wesayît, mala min hebûna we yê li cem min cih bigirta. Me gilî bikira jî tiştek nediguherî. Herkes li cem wan bû. Ji ber ewlehiya canê xwe me giliya wan nekir." 

‘EDALET TUNE YE’ 

Di berdewamê de Z.D. ev tişt anîn ziman: "Dewlet li cem kesên ku perê wan hene, ye. Ji ber ez ji Geverê bûm paxav bi min nakin. Kurdan dieciqînin. Edalet tune ye, bêyî edalet mirovan davêjin girtîgehê. Tiştekî bi sûcdarên wiha jî nakin. Ez bi edaletê ne bawer in. Ew binçav nekirin. Tenê îfadeyên wan girtin. Lê timik li cem wan bûn. Polîs li cem wan sekinîn. Duh bi şev em ji ber ewlehiyê ranezan. Xêrek ji Polîsan nayê. Mafê wan tuneye wiha kurdan bieciqînin. Em li bin heman alê dijîn." 

TUNDIYA LI ZAROKÊ 

Z.D., agahî da ku di 25'ê tîrmehê de cîrana wê Încî li keça wê ya 12 salî E.D. daye û ev tişt gotin: "Cîrana min ji bo berhevkirina tirî gazî keça min a 12 salî kir. Milê wê badide û ji bo ku ji kesî re nebêje gef lê dixwe. Piştre me bihîst. Ji bo girtina rapora derpkirinê min ew bir nexweşxaneyê lê bijîjk rapor neda. Got ku heta Polîs neyê wê nede." 

E.D. ku tundî lê hatibû kirin jî têkildarî tundiya lê hatibû kirin ev agahî da: "Dema ez çûm milê min şidand û ji min re got, 'heke tu ji dayîka xwe re bibêjî ez ê te bi xîz bikim'." 

ÇÊRÊN ZAYENDPEREST 

Zarokê herî mezin ê malê F.D. jî diyar kir ku beriya hefteyekê cîranên wan Erdînç P. û Davût K. ji bo derxistina wan a ji taxê îmze kom kirine û wiha got: "Piştî ku çêrên zayendî û nîjadperest li dayîk û xwişka min kirin, me gazî Polîsan kir. Min çêrên ku jinêkê kir bi guhên xwe bihîst. Piştre xizmên jinikê jî hatin. Ji ber ku heqaret li dayîka min kirin min gazî Polîsan kir. Li cem Polîsan jî êriş kirin. Ez jî aciz bûm û min rakir kêrekê. Polîs ji min re ev tişt got, 'Ez dikarim li wir berî te bidim. Di destê te de çek hebû'. Lê ew heta ber derê me hatin. Zilamê ku heta ber derî hat piştî ku kêrê di destê min de dît paşde gav avêt. Li cem Polîsan gotin ku ew kurdan naxwazin." 

‘TAX ME NAXWAZE' 

Zaroka duyemîn a malbatê S.D. jî da zanîn ku beriya çend hefteyan bi gotinan êrişên wan kirine û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku em kurd in li taxê me naxwazin. Roja duşemê jina bi navê Încî bi ser min de hat û êrişî min kir. Çêr bi min kirin. Ji ber ku em kurd bûn berî me dan. Şeva êrişê ji tirsa ku wê dîsa êrişî me bikin heta serê sibejê em ranezan. Dema êrişê ji tirsa lerzê bi min girt."

Serepeyv