May 03, 2021 13:38 Asia/Tehran
  • Operasiyona nû ya Tirkiyê li bakurê Iraqê; Bexda û Hewlêr ketine bêdengiyê

Bi derbasbûna 10 rojan ji operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê, hema wisa Bexda û Hewlêr ketine bêdengiyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Artêşa Tirkiyê odeyeka operasiyona hevpar li navçeya sînorî ya Şirnexê li başûrê rojhilatê Tirkiyê jibo şopandina berdewam a operasiyona leşkerî li bakurê Iraqê kiriye.

Sê rayedarên payebilind ên leşkerî yên Tirkiyê pêkhatî ji Xulûsî Akar, wezîrê berevaniyê, Yaşar Guler serokerkanê giştî yê artêşê û jeneral Omîd Dûndar Fermandarê hêza bejahî ya artêş aTirkiyê roja Şemiyê seredana vê odeyê kirin.

Li gorî medyayên Tirkiyê, rayedarên leşkerî yên vî welatî ji pêvajoya operasiyona Pencika Elektrîkê û Çengala Birûskê dijî hêzên PKKê haydar bûn.

Ev operasiyon ji 23ê Nîsana 2021ê va dest pê bûye.

Hin medyayên Herêma Kurdistanê ji wan kanala Rûdawê ku nêzikî partiya demokrat a Kurdistana Iraqê ye, armanca vê operasiyona Tirkiyê pêkanîna baregeha leşkerî li bakurê Iraqê zanîn.

Hejmareka nûnerên parlimana Iraaqê bertek nîşanî vê operasiyona nû ya Tirkiyê li bakurê welatê xwe dane û bêdengiya Bexda û Hewlêrê dane ber rexneya giran.

Ev bêdengî bûye sebeb ku hin alî qala ihtimala hevbendî û lihevkirina Bexda û Hewlêrê digel Enqerê bikin.

Hinekan jî li Iraqê daxwaza sekinîna li hemberî Tirkiyê bi riya qedexeya kirrîna kelûpelan ji vî welatî kirine.

Li gorî hin raporan, operasiyona vê dawiyê bûye sebeb ku hêzên Tirkiyê heta nêzikî Til Efer û Şengalê li bakurê Iraqê pêşda bên.

Kanala Sabirîn Newsê ku nêzikî komên berxwedanê yên Iraqê ye ragihandiye ku Tirkiye hewil dide di havîna îsal da bigihêje Şengal û Til Eferê.

 

Serepeyv