Nîsan 12, 2021 12:49 Asia/Tehran
  • Biryara Amerîka û Iraqê derbarê derxistina hêzên biyanî: Gelo ev biryar Tirkiyê jî digire ber xwe?

Amerîka û Iraqê di tora sêyemîn diyaloga stratejîk de li ser hevkariya bi hev re, nehiştina baragehên hêzên biyanî û derxistina hêzên şerker ên biyanî yên li Iraqê lihev kirin. Piştî  Amerîka û hinek welatên di nava koalîsyhona navneteweyî de herî zêde Tirkiyê li ser xaka Iraqê serweriya leşkerî û baregehên leşkerî heye. Lê, gelo wê bi hêsanî Tirkiye ji Iraqê derkeve?

Bi serokatiya Wezîrê Derve yê Emerîka Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Iraqê Fuad Hisên, tora sêyemîn a diyaloga stratejîk a Iraqê di êvara 7’ê Nîsanê de, bi riya vîdeo konferansê pêk hat. Nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî konferansê bûn.

Li gorî daxuyaniya li ser konferansê hatî dayîn, herdu welatan li ser derxistina hêzên şerker ên biyanî yên li ser xaka Iraqê lihev kirin û biryar hate dayîn ti baregehên leşkerî yên biyanî li Iraqê nemînin.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku nêzî kûrahiya 40 kîlometreyan ketiya nava xaka Iraqê de. Li gorî Wezareta Parastina Tirkiyê zêdetir 38 baregehên leşkerî û îstîxbaretî di nava xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê de hene. Ev baregehên leşkerî dikevin parêzgeha Dihok, Hewlêr û Mûsilê.

Heta niha têkildarî hejmara leşkerên Tirkiyê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê û  Iraqê ti daneyek fermî nîne. Lê, heta sala 2017’an li gorî agahiyên nefermî hejmara leşkerên artêşa Tirk ên li ser xaka Iraqê zêdetirî 5 hezar leşker bûn.

Piştî sala 2017’an Tirkiyê li ser xaka Iraqê hinek êrişên berfireh ên leşkerî pêk anî. Ji vana êrişên li ser Biradost, Behdînan, Heftanîn û herî dawî ya Gare bû. Lewma tê texmînkirin ku hejmara leşkerên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê zêdetirî 10 hezar leşker be.

Li gorî zanyariyên nefermî, tenê li baregeha artêşa Tirkiyê ya li Beşîka 700 leşker hene ku di sala 2015’an de bi hînceta şerê li dijî DAIŞ’ê li wir bi cih bûn.

Biryara vekişîna hêzên biyanî yên li Iraqê ne biryarek nû ye. Berê jî di 17’ê Çileya 2017’an de serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî li gel hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê Bînalî Yildirim lihev kir ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Beşîka vekişîne. Lê, heta niha Tirkiyê hêzên xwe ji Beşîka venekêşandiye.

Li gorî vê biryara nû ya Amerîka û Iraqê, divê Tirkiye hêzên xwe li ser tevahiya xaka Iraqê vekişîne.

Di heman demê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo avakirina lijeyek ku  biryarên diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê pêk bîne da.

Karzanên meselên navçê û Tirkiyê dibêjin di vî halî de wer nayê dîtinê ku bi van zûtiyan û bi vê diyalogê Tirkiyê leşkerên xwe ji Iraqê bikişîne der, çûnku hedefa dewleta Tirkiyê hedefeke Çewt e û ev dewleta li ser gelek dever û bajarên Iraqê yên wekî Mûsil û Kerkûkê îdiaya xwedîtiyê dike û wekê bi navê Mîsaqa Neteweyî dide zanîn. Ji bo Tirkiye neçar bibe terka dagirkirina axa Iraqê bike têkoşîneke nevneteweyî û cidî pêwîst e. 

Serepeyv