Adar 28, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Şiroveyek ser rewşa Libyayê piştî lihevkirin û damezirandina hikûmetê

Têkilî krîza Libyayê bi çarçoweya muzakereyên di bin banê NY'yê de li gel ku hikûmet hatiye avakirin jî li qada leşkerî tiştek neguherî. Leşkerên kirêkirî li pêş yekbûnê weke asteng têne dîtin.

Hikûmeta li rojhilatê Libyayê û hikûmeta navendî ya Trablusê bi desteka NY'yê heta hilbijartina giştî ya meha kanûnê hikûmeteke demkî ya yekbûyî ava kir. Ev hikûmet weke siûdekê tê dîtin, ji bo ku dawî li kaosê were anîn, ku piştî 2011'an Muammer Qazafî bi destê NATO'yê bi rengekî bixwîn hate rûxandin.

Di serê hikûmetê de ku li Cinêvê serê adarê ragihandin û weke 'dîrokî' hate pênasekirin, Evdilhemîd Dbeybah heye. Rêveberiya nû ji hikûmet û Konseya Seroktiyê pêk tê. Hikûmet a ku bi wê îdîayê ye ku dabeşbûnê bi dawî bike, heta hilbijartina giştî ku pêşbînî ew e 24'ê Kanûnê çêbibe, wê li ser kar be.

Li ser kaxezê her tişt xweş xuya bike jî li qadê hê tiştek neguheriye. Nûçegihan Maurîne Mercîer ku medyaya Swîsreyê RTS'ê ew şandiye Libyayê got, ''Dema ku mirov cihêtiya di navbeyna daxuyaniya çapemeniyê ya NY'yê û realîteya Libyayê de dibîne mirov şaş dimîne.''

Li gorî nûçeya RTS'ê, Mercîer dibêje, ''Rastî ev e ku welat têra xwe ji hev veqetiyaye, riya sereke ku rojhilat digihîne ser rojava hê jî girtiye. Li du aliyan jî komên çekdar li ber hev in. Dibe ku lihevkirineke siyasî hebe, lê ji hêla leşkerî ve, ku ya girîng jî ev e, bi teqezî heta vê gavê ti tiştek neguheriye.''

Hikûmeta nû ya Libyayê pêncşemê bi daxuyaniyekê gotibû divê hemû leşkerên kirêkirî yên li welêt ''kêlî beriya kêliyekê'' vekişin. Piştî ku wezîrên karê derve yên Fransa, Elmanya û Italayê serdaneke surptîrz li Trablûsê kiribûn ev daxuyanî hate dayin.

Sekretere Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres jî Çarşemê bi daxuyaniyekê gotibû agahiyên derheqê çekdarên biyan ên li derdora Syrte û Libyayê wan dixin fikarên giran. Li gorî NY'yê hê jî bi qasî 20 hezar leşker û çekdarên kirêkirî çalak in.

Mercîer got, ''Li qadê rewş ji bo her kesî zelal e. Ya ku nahêle welat bibe yek, leşkerên kirêkirî ne ku Rûsya û Tirkiyê ji bo kampên xwe xurt bikin şandine. Ev du welat û hin welatên din jî li Libyayê şerê wekaletê dikin.''

Nûçegihan Mercîer herî dawî wiha dibêje: ''Libyayî aştiyê û welatekî yekgirtî dixwazin, êdî şer naxwazin. Piraniya komên çekdar aştiyê dixwazin. Lê pê dizanin ku qedera wan ne di dest wan bi xwe de ye.''