Şiroveyek li ser êrîşa roketî ya li dijî Aramcoyê hevdemê serdana Pompeo ya Erebistana Seûdî
Yekîneya mûşekî ya Artêş û Komîteyên Gelî yên Yemenê duh serê sibehê êrişî tesîsa neftê ya Aramco ya li Cedehê kir.
Ev ne cara yekê ye ku dezgeha neftê ya Aramcoyê dibe hedefa mûşekên ku ji hêla artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ve têne avêtin.Îlon 2019 Tesîsa Aramco ya li Baqiq û Xeris gî bûn hedefa êrîşên giran û ziyanek mezin a aborî gihêşt Erebistana Seûdî.
Êrişên duh ên li dijî stasyona belavkirina nefta Aramcoyê ya li Cedehê çend taybetmendiyên xwe yên girîng hene.
Taybetmendiya yekem ew bû ku ev êrîşa bi serdana wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ya Erebistana Seûdî re hevdem bû. Her çend Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamin Netanyahu li hember seredana xwe ya Erebistana Seûdî bêdeng ma, lê pir çavkaniyên nûçeyan seredana Serokwezîrê vê rejîmê ya Erebistana Siûdî jî piştrast kirin. Bi gotinek din, êrişa mûşekî ya li dijî Aramcoyê li Cedehê hevdem digel serdana Netanyahu bo Erebistana Seudî jî bû. Ji ber vê yekê, ev êrîşa pêngava aliyeke bi hêz û deshilatdar bû û hişyariyek bû ji bo Erebistana Seûdî û Rejîma Îsraîlê a li herêma Asya Rojava bû.
Taybetmendiya duyem têkiliya xwe bi cureya mûşeka bikar anî li vê êrişê heye. Berdevkê Artêşa Yemenê, Yehya Serî got: Divê êrişê de mûşeka Cruse a Qudsa 2 hat bikaranîn. Yehya Serî tekez kir ku mûşeka Quds-2 nifşeke nû ya mûşekên qanatdar e ku ji hêla Yekîneya Mûşekên Yemenî ve hatiye çêkirin û piştî operasyonên serketî yên di kûrahiya Erebistana Seûdî de ku nehatin ragihandin kete nav rêza operasiyonên êrişî. Ji ber vê yekê, mûşekek nû ya Yemenî di êrişa ser dezgeha Aramco ya li Cedehê de hate nimandin û eşkere kirin.
Taybetmendiya sêyem eva ye ku Cedeha Erebistanê heya sînorê Yemenê 650 Km ji hevdu dûrin û sîstema dijî mûşeka a Patriota Amerîkayê Asmanê Erebistanê diparêze, eva tê vê wateyê ku Mûşeka Quds-t xwediyê teknolojiya nûjen û pêşketinê ye ku sîstema Patriotê jî nekarî wê îmha bike. Eva dikare ji artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bibe deskevteke bi nirx û ji aliyê din ve eva hişyariyeke ji bo Erebistana Seûdî ku yemeniyan îmkana êrişên zêde hene.
Taybetmendiya çaran eva ye ku êrişa ser tesîsên Aramcoyê bi tenê du rojan piştî azadkirina bargeha Mas li Marebê pêk hatiye . Ji xwe eva derbeya dudiyan e ku artêş û komîteyên gel yên Yemenê li mideha du rojan li Hevpeymaniya Seûdî têxe. Eva nîşan dide ku artêş û komîteyên gel yên Yemenê hevdem dikarin çend operasiyonan bi rê ve biben, ku eva pêşketineke girîng û berbiçav e ji wan re.
Taybetmendiya pêncan eva ye ku êrişa ser Aramcoyê di bersiva êriş û cinayetên Hevpeymaniya Seûdî de, herwiha di bersiva dorpêçkirina benderên Yemenê ji aliyê vê hevpeymaniyê yên ji bo girtina pêşiya gihêştina ardû, derman û xwarekê bo gelê yemenê de pêk hat.Çawa ku Ensarullaha Yemenê roja 11 Mijdarê hevpeymaniya seûdî hişyar kir ku ger dorpêçkirina bender û balafirgehên Yemenê berdewam bike, wê bersiveke giran bide vê hevpeymaniyê ku azadkirina bargeha Mas û êrişa mûşekî ser Aramcoyê cihanîna vê hişyariyê bû.
Mesela dawiyê eva ye ku azadkirina bargeha Mas û êrişa mûşekî ser Aramcoyê li Cedehê cardin îsbat kir ku hêz û qaweta artêş û komîteyên gel her diçe zêde dibe û ev mesela wê bibe sedema guhertina hevsengiyê di meydanên şer de.