Hezîran 11, 2020 17:31 Asia/Tehran
  • Sûçên Tirkiyê li dijî xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê û hawarxwestina wan ji NY`yê

Rêxistin û saziyên mafnas ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafnas û mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û komîteyeke lêpirsînê têkildarî sûcên dewleta Tirkiyê yên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ava bike.

Îro rêxistin û saziyên mafnas daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Mafên Mirovan şaxê herêma Firatê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bike û sûcên ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tîne, asteng bikin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  "Em bang li sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, endamên meclisa mafên mirovan di NY`yê de, serokê komîteya lêpirsînê li Sûriyê Paulo Pinero, gerînendetiya rêveber a desteya NY`yê ya jin Fumzili Malampo Nguca dikin.

Teşkîlat û rêxistinên mafên mirovan çi yên herêmî çi  jî yên navnetewî bi caran derbarê kiryarên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê di her saetekê li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşker dikin. Kiryarên ku yan sûcekî şer e yan sûcekî dermirovî ye yan jî guhertina demografî, qirkirinên komî, qirkinên etnîk û diziya endamên laşên zarokan e.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirkiyê nîvek ji sûcên xwe li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ji ber ku jinên li herêmên navborî di şikandina îradeya terorîstên li Kobanê, Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê roleke pêşeng û girîng lîstin, lewma dewleta Tirkiyê çeteyên wê jinan direvîne û wan ji mafên dayîkbûnê bê par dike, jinan hem di aliyê derûnî û hem jî ji aliyê fîzîkî îşkence dike, bi hemû rê û rêbazan sûcan hovane pêk tîne, destdirêjiyê li wan dike, bi darê zorê dihêle xerabiyê bikin, her wiha hemû tundiyên cinsî nexasim ducaniya bi darê zorê û pê re sûcan li dijî mafên mirovahiyê pêk ve tînin û li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemaze li dijî jinan.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirkiyê û komên çekdar ên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wan dike, berpirsên sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û mînaka van sucên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li Peymana Romayê hatine diyar kirin ku eva bi xwe jî bingeha pergala cezayên navdewletî yên 1998`an e ku ew jî sûcên navdewletî tên hesabê û sizayên giran ji wan re hatine berçavgirtin. Loma pêwîstî pê heye ku dozgerê giştî yê navneteweyî li gorî madeya 15`an a vê pergalê tev bigere û ew bi xwe jî madeyên Roma yên sereke ye û dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li gor qanûnên navneteweyê mehkeme bike.Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê bi belge yek yekê xalên peyman û protokolên hanê bi bîr xistiye.

Her wiha rêxistinê banga avakirina komîteya lêpirsîna navneteweyî kir, da ku sûcên li dijî şêniyên bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêkanîne bikolin, komên çekdar û malbatên wan ji bajarê Efrînê derxin û garantiya vegera şêniyan li cîwarên wan bide.

Saziyên ku  daxuyanî dan ev in: Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Meclisa Adaleta Civakî ya Cizîrê, Meclisa Jinan a Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Parêzeran a li Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê.