Nîsan 17, 2020 19:40 Asia/Tehran
  • Nakokiya navbera Emerîka û cîhanê li ser Rêxistina Tendirustiya Cîhanê

Ji ber pandemiya Koronayê cîhan rastî gelek pirsgirêkn hatiye, lê Emerîka ku niha bûye navenda sereke ya belavbûan vê vîrûsê dewsa hevahengiya bi rêxistinên navdewletî yên mîna Rêxistina Tendirustiya Cîhanê bona rawestana li ber vê vîrûsê, niha bi qutkirina bûcda vê rêxistinê li ser riya wê astengiyan derdixe.

Waşengtonê di çarçva şerê propagendeyî li dijî Rêxistina Tendirustiya Cîhanê de ragehand ku koma 7`an a heft welatên pêşeyî dixweze ku ev rêxistin dest bi guherînên berfireh bike. Dewleta Trump herwiha li bara lihevkirina van welatana bo hevkariya navneteweyî bona rawestana li ber pirsgirêkên çêbûyî yên aborî û tendrustiyê yên ji ber Koronayê agahî da.

 Di rewşa ku piraniya welatên cîhanê mijûlî rawestana li ber nexweşiya Koronayê ne Donald Trump serokomarê Emerîkayê roja çarşemê ragehand ku alîkariyên aborî yên Emerîkayê ji bo Rêxistina Tendirustiya Cîhanê radiwestîne. Trump ku ji ber şêwaza rêveberiya xwe di warê rawestana li ber belavbûna Koronayê de li ber rexneyên zav e, li van rojên dawiyê dest bi devojeniya li dijî vê rêxistina navneteweyî kiriye û bi caran ew tawanbar kiriye ku piştgiriya Çînê dike û îdia kiriye ku ev rêxistina jî her wek Çînê  xebitiye lêzanînên seretayî li bara belavbûna vîrûsa Koronayê veşêre.

Serokomarê Emerîkayê herwiha îdia kiriye ku rêxistina cîhanî ya Tendrsutiyê li warê girtina pêşiya belavbûan Koronayê rêveberiyeka baş tinebûye. Eva di rewşekê de ye ku Emerîka hertim deyndarê herî sereke yê Rêxistina Tendrsutiya Cîhanî bûye bi qasî 200 milyon dolarî deyndarê vê rêxistinê ye. Para bi zorê ya  Waşengton li dabînkirina bûdca Rêxistina cîhanî ya Tendrsutiyê  400 milyon dolar e.

 Tevî îdiaya Trump a derheq piştgiriya koma 7an ji helwêsta Waşengtonê li bara Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê, şirîkên ewrûpî yên Emerîkayê bi tundî kiryara kirêt û neberpirsaane a dewleta Trump li hemberî  Rêxistina Tendirustiya Cîhanê rexne kirine. Josep Borrell berpirsê siyaseta derve ya YE bi nûnertiya ji welatên vê yekitiyê berteka neyînî nîşanî vê kiryara Trump daye. Almanya jî wek yek ji endamên koma 7`an û welatê herî giring ê YE û aboriya herî mezin a Ewrûpayê kiryara Trump bi eşkere rexne kiriye.  Li gor Berlînê ev kiryara Trump derbeya herî mezin li van welatan dixe ku di vê rewşê de hêza parastina xwe tinene.

Heiko Maas (Hayko Mas) wezîrê derve yê Almanyayê li nameyekê bo hevtayê xwe yê emerîkî biryara Trump ya qutkirina alîkariyên aborî bo Rêxistina Tendrsutiya Cîhanî rexne kir û ser pêwîstiya piştgriya ji vê saziyê li dema belavbûna qeyrana Koronayê teqez kir. Helbet hevrikên navneteweyî yên Emerîkayê yanî Rûsiye û Çîn jî li hember vê kiryara Trump dijberî kirine. Tevî ku di nav Emerîkayê de jî dijberiyên cidî li hember vê kiryara dewleta Trump hene.