Kanûn 15, 2019 17:42 Asia/Tehran
  • Bi damezirîna partiyên nû, Erdogan divê li fikra yekîtiyeka sêyem be

Damezirîna du partiyên nû li Tikriyê ji aliyê endamên berê yên AKPê wek hevrik û rexnekirên nû, Erdogan û AKP'ya wî dê tûşî gengeşeyeka nû bike û êdî hevpeymaniya bi MHPê dê bi tenê nekare serketina Erdogan misoger bike.

Partiya serdest a Tirkiyê (AKP) ku ji sala 2002an va li vî welatî desthilat bi dest xist û rêya xwe bi serketinên di hilbijartinan da derbas kiriye, serê axir tûşî duberetî û çendestetiyê bû û hewildanên aşkira û nihênî yên Erdoganê serokê vê partiyê û serokomarê Tikriyê jibo parastina yekîtiya wê bêencam ma.

Serê axir piştî çend mehan gotegotên medayyan, Ehmed Dawûdoxlû ji dfamezirînerên akpê, serokên berê yê vê partiyê û serokwezîrê berê yê Tirkiyê ku demekê ji hevpeymanên Erdogan bû, guh neda dawîn peyamên Erdogên û navcîtiyên hevalên wan ên hevpar û jibo damezirandina partiya xwe ya nû çû wezareta karên hundir û qonaxên fermî û qanûnî yên damezirandina Partiya Pêşerojê dest pê kir.

Dawûdoxlû dema damezirandina partiya xwe li ser "Yekîtî, têkoşîan dijî têrorîsmê, demokrasî û azadiya gotinê" pêgirî kir.

Hin kes ser vê bawerê ne ku Dawûdoglû tevî îdiayên xwe di du salên çûyî da derbarê şêwaza siyasî ya partiya xwe ya nû, hema wisa kesekî Dijî Kurdan û şopînerê Nû-Osmanîtiyê ye. Şehediya vê îdiayê jî logoya partiya wî ye ku belgeka kesk a Çinarê ye. Ragib Soylu karzanê mijarê Tirkiyê di Meadle East'ê dibêje ku ev sembol ji sembolên empratoriya Osmaniyan e. Wî bi caran destnîşan kiriye ku derketina wî ji AKPê û kiryara wî ya damezirandna partiyê ji ber sozdariya bo ramanên bingehîn ên AKPê ye. Ji ber vê yekê, eger çi ku opozîsiyona Tirkiyê Kurd, kêmîneyên mezhebî, çalakên civakî, çalakên Jîngehê, rojnamevanên serbixwe û dijberên din û rexnekirên AKPê ji jidayîkbûna  hevrikekî nû jibo partiya  temamiyetxwaz(tûtalîtê) a Erdogan pêşwazî dikin, lê heta niha tu yek ji van koman hêvîdarî nekiriye ku partiya nû ya Dawûdoglû bikare kêşeyeka wan çareser bike an pirsgirêkeka Tirkiyê çareser bike.

Li gorî encamên du hilbijartinên vê dawiyê yên Tirkiyê di salên 2018 û 2019an da, bêguman heta wergirtina sedî pêncê dengan ji aliyê Partiya Pêşerojê va dikare Erdogan û partiya wî tûşî kêşeyê bîne. Vê yekê jîdivê em berçav bigirin ku partiya nû ya Dawûdoglû tenha hevrika navxweyî ya AKPê nîne; Elî Baba Can jî ku ji rayedarekî din ên naskirî yên vê partiyê ye, partiyeka nû dadimezirîne û bi xwe gotiye ku di Çileyê da dê jibo damezirandina wê pêngavan rabike. Damezirandina van du partiyan dê dawî li yekalîtîşopiya Erdogan di meydana siyaseta Tirkiyê bîne.