Kanûn 06, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Hegerên zêdebûna dilgiranîyên têkildarî vejîyandina DAIŞ`ê li Iraqê

Piştî hişyarîdayîna Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) derbarê vejîyandina DAIŞ`ê li wî welatî de, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî duh 5`ê Kanûnê di vî warî de dilgiranîya xwe nîşan da û hişyarî da.

4 rojên din yanî 10`ê Kanûnê salvegera duyem a ragihandina serketina tam a Iraqê himberî DAIŞ`ê ye. Dewleta Iraqê di 10`ê Kanûna sala 2017`ê de azadkirina tam a axa wî welatî ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihand.

Sazîya Heşdi Şeibîyê Duşema buhurî derbarê vejîyandina DAIŞ`ê li Iraqê de hişyarî da. Piştî wê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî di daxûyanîyekê de ragihand: Êrişa DAIŞ`ê ser hêzên Pêşmerge li Xaneqînê piştî zincîre- têrorên vê dawîyê li Kerkûk û Germîyanê, vê rastîyê diselimînin ku DAIŞ hela kuta nebûye û hela jî gefan li istiqrar û ewlehîya navçê dixwe.

Pirsa girîng eva ye ku gelo tenê liv û tevgerên vê dawîyê yên DAIŞ`ê û êrişa wê koma têrorîst a hin deverên Iraqê bûye sedema dilgiranîya rayedarên wî welatî derbarê vejîyandina DAIŞ`ê de yan wê dilgiranîyê hegerên din hene?

Artêş û Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ji sala 2014`an ve heta Kanûna sala 2018`an ku azadkirina tam a Iraqê ji dagirkerîya koma têrorîst a DAIŞ`ê hat ragihandinê, himberî hûtekî hov şer kirin ku sazî, dewleteke taybet û bi hezaran hêz hebûne. Lê koma têrorîst a DAIŞ`ê hat têkbirinê û yekperçetîya axa Iraqê hat parastinê. Lewma zêdebûna liv û tevgerên DAIŞ`ê li Iraqê di rojên vê dawîyê de hokareke dilgiranker e lê hokara sereke ya zêdebûna hişyarîdayînên derbarê vejîyandina DAIŞ`ê li wî welatî nîne.

Wer xûya dike ku dilgiranîya derbarê rola welatên bîyanî û hokara navxweyî ji hegerên sereke yên zêdebûna hişyarîdayînên têkildarî vejîyandina DAIŞ`ê li Iraqê ne.

Xêr û berjewendîya hin aktorên bîyanî nemaze mêhwera çarberî ya Amerîka, Rêjîma Sîyonîst, Erebistan û Imaratê di dijwarkirina gêre û şîdetan li Iraqê de ye. Jibo serêxwegirtina wê armancê, sûdwergirtina ji têrorîstên DAIŞ`ê di destûrkarê de ye.

Di vê çarçovê de, ligorî raporên curbicur, amerîkî li kempa Holê mijûlê perwerdekirina nivşeke nû ya têrorîstên tekfîrî anegorî firqeya Wehabîyetê ne. Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) jî ragihand ku leşekrên amerîkî zêde ji 600 jin û zarokên endamê malbatên DAIŞ`î ji kempa Holê ku navenda bicihkirina malbatên têrorîstên DAIŞ`î ye, veguhestine Iraqê.

Ligorî vê rewşê, Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê ji duh 5`ê Kanûnê ve opêrasyona xwe ya berfire dijî bermayîyên DAIŞ`î li rojavaya Al Anbarê destpê kirin.

Armanca wê opêrasyonê jinavbirina navendên razayî yên DAIŞ`ê li parêzgeha Al Anbarê û girtina pêşîya derbasbûna dubare ya têrorîstên DAIŞ`ê bo Iraqê hatîye ragihandin.

Qeyrana nika li Iraqê jî hikareke din a binesaz jibo dilgiranîyên têkildarî vejîyandina DAIŞ` li vî welatî ye. Di esasê de komên têrorîst li welatên bêyî dewleteke netewî ya xurt pêk tên û xurt dibin.

Iraq nika bidû wêdaçûna Adil Ebdulmehdî bi ``dewleta pêşdebirina kar û baran`` tê îdarekirinê û cîgeha dewletê li wî welatî lawaz bûye. Di rewşeke bi vî rengî li Iraqê Sêkrêtêrê Civata Eşîrên Ereb a Iraqê Sair Beyatî basa ihtimala revîna 6 hezar têrorîstên DAIŞ`î ji zîndana navendî ya Nasirîyê li parêzgeha Zîqarê di encama nearamîyên vê dawîyê de kir.

Xala dawîyê eva ye ku heta heke DAIŞ weke rêxistinekê li Iraqê neyê vejîyandinê jî, imkana jordaçûna hejmara opêrasyonên têrorîstî û teqandinê yên wê li deverên curbicur ên Iraqê heye. Lezandina pêkanîna dewleta nû û piştgirîya komên curbicur û gel ji dewleta nû dikarin pêşîya zêdebûna liv û tevgerên şaneyên nihênî û razayî yên DAIŞ`ê li Iraqê bigirin.