Amerîka nikare rê li ber hevkariyên kêrhatî yên Îran û Rûsyayê bigire
Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Tehran û Moskow ji ber rola xwe ya serbixwe ketine ber êrişên Amerîkayê.
Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê emîr sertîp Emîr Hatemî duh li hevpeyvîna bi kanala rûsî ya Rusia Today(RT) re got: Îran û Rûsya ji ber ku roleke serbixwe li warê piştgiriya ji ewlehî û îstiqrara navçê dilîzin û ji ber ku xwe li ber zorbêjiyên Amerîkayê naçemînin, ketine ber êriş û dijminatiyên vî welatî.
Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê got: Îran û Rûsya ji her welatekî din zêdetir ketine ber pirsgirêkên ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji wan re çêkirine, lê cîhan bi giştî jî bi pirsgirêkên ku Trump jê re çêkirine rûbirû ye.
Hevkariyên Îran û Rûsyayê û bandora vanhevkariyan ev du welat wek du hevpeyman û hevgirtiyên girîng li navçê xistine berçavan.
Azmûna hevkariya Îran û Rûsyayê li Sûriyê hevsengiyên siyasî û meydanî yên di vî welatî de ser xêra Şamê û ser ziyan Amerîka û hevpeymanên wê guherand. Her ev mesela bû sedem ku Waşîngton ragihîne wê hêzên xwe ji Sûriyê derxîne.
Xebat û şerê cidî û rastîn ê Îran û Rûsyayê li dijî terorîsmê li Sûriyê bû sedem ku ev du welat wek lîstikvanên sereke yên meydana siyasî û meydanî li Sûriyê bikevin ber çavan. Ewlehî û îstiqrara vê demê li Sûriyê bi saya hevkariya Îran û Rûsyayê li Sûriyê pêk hat û sefera serokomarê Sûriyê Beşar Esed bo Tehran û Mosko0wê jî di vê çarçovê de watedar dibe.
Bi bandorbûan hebûn û rola Rûsya û Îranê li hevsengiyên navça stratejîk a Rojavaya Asyayê, bûye sedem ku Amerîka li hemberî van du welatan siyaset û helwêstên dijminane berçav bigire.
Hevkariyên kêrhatî yên Tehran û Moskowê ji bo ewlehî û îstiqrara navçê ku Sûriyê bi tenê nagire ber xwe, bûye sedem ku hatûçûna rayedarên siyasî, leşkerî û aborî yên du welatan bo paytextên hevdu zêde bibe. Eva bi xwe nîşan dide ku pêwendiyên van du welatan li mijarên siyasî û leşkerî di asteke herî bilind de ye.
Di vê mijarê de wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu êvara çarşemê li hevdîtina Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê li kêleka Konferansa Heştemîn a Ewlehiyê li Moskowê got: Hevkariyên leşkerî yên Îran û Rûsyayê gihêştine asta herî bilind û jorîn.
Berdewamî û jordabirina asta hevkariyên Îran û Rûsyayê li gor viyana rayedarên derecebilind ên du welatan e û di vê çarçovê de serokomarên du welatan tev serokomarê Tirkiyê bi mêhwerbûna Sûriyê heya niha çar muzakire li dar xistine.
Herçend ku serokomar Amerîkayê Donald Trump pir dixebite pêwendiyên Mosko û Tehranê asteng bikin, lê belê du welat guhê xwe nadin ser van astengiyan û ber bi zêde û berfirekirina hevkariyan dimeşin.
Di vê çarçovê de berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova duh pêgîrî kir ku Helwêst û siyaseta Rûsyayê li bara Îranê qet naguhere û pêwendiyên Tehran-Moskowê her ber bi pêşveçûnê dimeşe.