Nîsan 07, 2019 18:24 Asia/Tehran
  • Şirove- Hitmala êrişa Tirkîyê ser rojhilata Firatê û helwesta Amerîkayê

Rakêşiya di navbera Tirkiye û Emerîkayê li ser rojhilata Firatê li bakura Sûrîyê berdewam e. Berî niha Tirkiyê careke din anî rojevê ku ew ê dest bi operasynekê bike. Emerîkayê jî diyar kir, ew ê bi karvedaneke wêranker bersivê bidê.

Cigirê Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Robert Baladîno di daxuyaniyekê de dibêje; heger Tirkiyê êrişî rojhilata Firatê û hêzên Kurd ên sûrî bike, Emerîka dê bi karvedaneke wêranke bersivê bide vê yekê. Gelo mebesta Emerîkayê ji vê "karvedana wêranker" çiye? Pêkan e ku Tirkiye ligel van gefan dîsan jî hêrîşekê bibe ser rojhilata Firatê? Heger Emerîka bi karvedaneke serbazî bersiva Tirkiyê bide dê çawa û heta çi radeyî be? Li gorî nêrîna pisporê pêywendiya navdewletî Mustafa Pekoz egera operasyonê ne pêkan e, ligel van gefan jî dema Tirkiye operasyonê pêk bîne, wê Emerîka firîna balefîrên şêrr li esmanê bakura Sûrîyê qedexe bike.

Mustafa Pekoz pisporê pêywendiya navdewletî, dibêje:"Robert Palladîno bi wan gefên xwe ji Tirkiyê re dibêje; eger tû êrîşî bakura Sûrîyê bikî em ê reaksiyoneke siyasî û leşkerî nîşan bidin û em li endamtiya te ya NATO`yê nanihêrin. Ez bixwe pêkan nabînim ku Tirkiye wê operasyonê bide destpêkirin. Ger bike jî wê Emerîka herêma qedexe  bo firrîna balafirên cengê li bakura Sûrîyê ragihîne. Herwiha wê Emerîka dê ne leşkerên xwe bibe wir, belkî yê çekên giran ên di destê HDS`ê de aktîf bike û destûrê bide HDS`ê ku wan bikar bîne."

Dû pirsên din jî hene ku di vê mijarê de derdikevin pêş. Ya yekem, gelo piştî daxuyaniya Baladîno, Tirkiye dikare hêrîşeke serbazî li dijî bakura Sûrîyê encam bide? Ya dûyem jî Rusya di rewşeke wiha de yê piştgiriya Tirkiyê bike yan na? Li Ser vê mijarê jî pisporê pêywendiyên navdewletî Mete Sohtaoglu dibêje; pêkhatina operasyoneke berfireh ne pêkan e û di vê mijarê de Rûsya li gor berjewendiyên xwe serederîyê dike, ne li gor yên Tirkiyê.

Mete Sohtaoglu pisporê pêywendiyên navdewletî, dibêje:"Tirkiye dê meseleya operasyonê di rojevê de bihêle. Lê bergê vê operasyonê bi sînor e, wê nikaribe here nav rojhilata Firatê. Bi tenê ji bo parastina sînorên xwe belkî rêya bêjeyî ya M 4 bixwaze kontrol bike. Rûsya jî li gorî hevdîtina di navbera Putîn û Erdogan de wê rengê xwe diyar bike. Lê di egera operasyonekê de wê Rûsya li berjewendiya xwe bifikire ne li ya Tirkiyê."

Pisporên pêwendiyên navdewletî di nirxandinên xwe de balê dikişînin ser hindek xetereyên din û dibêjin; eger Tirkiye ligel gefên Emerîkayê operayonê bide destpêkirin, vê gavê jî wê hemleyeke operasyona dijber destpê bike, ji aliyê HSD`ê ve. Ev hemleya operasyona dijber jî wê ji Cerablûsê dest pê bike û heta El Bab, Azez û Efrînê berdewam bike. Herwiha ew dibêjin; Amerîka vê carê xeta sor kiriye û rê nade operasyonekê. Rûsya jî ji Tirkiyê dixwaze ew bi Şamê re li hev bike ji bo operasyonê. Meseleya Îdlibê jî kêşeyeke mezin e li ber Tirkiyê, ji bo ragirtina piştgiriya Rûsyayê.