Nîsan 05, 2019 18:30 Asia/Tehran
  • Şîrove - Çima Erebistan hewil dide ku xwe nêzîkî Iraqê bike?

Kêmtir ji mehekê piştî sefera Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê, desteyeka abûrî û ewlehiyê ya Erebistanê çû Iraqê û paşayê Siûdî jî ragihand ku ewê xelateke mezin bide Iraqê.

Pêwendiyên navebra Erebistana Siûdî û Iraqê ku xwedan sînorê hevpar digel hev in, di salên dawî da pêvajoyeke ber bi zêdebûnê hebûye. Erebistanê sala 2015an piştî 25 salan balyozxaneya xwe li Bexdayê vekir. Di meha Sibata 2016an da jî Konsolxaneya Erebistanê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê hat vekirin. Li vî halî, seferên dîplomatîk navbera Riyaz û Bexdayê jî zêde bûne. Ji çarşemiya bihurî va jî mezintirîn desteya û ewlehiya Erebistanê pêkhatî ji 100 kesan ku 7 wezîr jî di nava wan da hene, sefera Bexdayê kiriye û bi rayedarên vî welatî ra ketine gotûbêjê. Ev pêşketina li warê pêwendiyên navbera Riyaz û Bexdayê di rewşekê da ye ku pêwendiyên Dîplomatîk ên du welatan di heyama 25 salên bihurî da ji sala 1990î heta sala 2015an hatibû birrînê.

Armanca girîng a Erebistanê jibo lênêzikbûna li Iraqê, sekinîna li hemberî bandora navçeyî ya Komara Îslamî ya Îranê û dûrkirina Bexdayê ji Têhranê ye. Sefera desteya abûrî û ewlehiyê ya Erebistanî bo Iraqê li halekî pêk hat ku Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî meha bihurî bi sefera bo Bexdayê bi rayedarên siyasî û mezhebî yn vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj kiriye. Di sefera Hesen Rûhanî bo Bexdayê biryar hat dayînê ku asta ticareta Îranê û Iraqê ji 12 miliyar dolara niha bigihêje 20 miliyar dolarî di heyam,a 2 salên tê da.

Niha Erebistan bi behrewergirtina ji şiyana xwe ya abûrî hewil dide ku tevî pêkanîna nakokiyê di ser riya pêwendiyên Iraq û Îranê da, pêwendiyên xwe yên abûrî bi Bexdayê ra berfireh bike. Di vî warî da, yekem civîna Konseya Hevahengiya Erebistan û Iraqê sala 2018an hat lidarxistin û duyemîn civîna vê konseyê jî li vê sefera desteya abûrî û ewlehiyê ya Erebistanê bo Bexdayê hatiye lidarxistin. Li gorî gotina Serokê Odeya Bazirganiyê ya Erebistanê, derfirotina kelûpelên vî welatî bo Iraqê di sala 2018an da gihîştiye 2.6 miliyar dolarî. Di sefera vê dawiyê ya desteya abûrî û ewlehiyê ya Erebistanê bo Iraql, Siûdiyan ragihandin ku biryar bû werzişgehekê jibo gelê Iraqê çê bikin, lê li ser fermana Selman Bin Ebdulezîz, paşayê Erebistanê, bajarokek werzişî dê jibo wan were çêkirin, ku xercê avakirina vê bajaroka werzişî dê miliyarek dolar be ku wek xelatek dê radestî Iraqê were kirin. Ev mînaka tevgeriyanê nîşana vê yekê ye ku Erebistanê ji lawaziya niha ya abûrî li Iraqê sûdê werdigire û hewil dide ku bi amûrê abûrî ji aliyekî va bandorê li Iraqê bike û ji aliyê din va di pêwendiyên ber bi zêdebûnê yên Bexda û Têhranê da jî nakokiyê pêk bîne.

Mijara din ev e ku Erebistana Siûdî jibo bidestxistina armanca xwe li Iraqê ji billî sûdwergirtina ji amûrê abûrî, dil heye faktora mezhebî jî bi kar bîne. Derdora sedî 97ê gelê Iraqê misilman in. Geştyarî li Erebistanê zêde ji her tiştî li çarçova seferêmn mezhebî ye. Li ser vê esasê di sefera vê dawiyê ya desteya abûrî û ewlehiyê ya Erebistanê bo Iraqê, konsolxaneya vî welatî li Bexdayê hat vekirinê û biryar hat dayînê ku vîzaya iraqiyan jibo sefera bo Erebistanê were dayînê. L vî warî da, Macid bin Ebdullah El Qesbî, Wezîrê Sermiyandanînê yê Erebistanê got ku Erebistan bi mebesta destpêkirina dayîna vîzayê bo Iraqiyan konsolêxaneya xwe li Bexdayê vedike.

Egerçi ku dayîna vîzayê bo Iraqiyan wek sedema herî girîng a vekirina konsolxaneya Erebistanê li paytexta Iraqê hat zanîn, lê bêguman mijara sereke û yekemayetiya Riyazê jibo vekirina konsolxaneyê li Bexdayê, şopandina armancên siyasî û ewlehiyê ye; Çawa ku beriya niha Samir Sebhan yekem balyozê Erebistanê li Bexdayê ji ber destwerdana nerênî li karên navxweyî yên vî welatî wek "Kesek Neçê" hat zanîn û bi awayekî ji Iraqê hat derxistin.