Adar 26, 2019 19:46 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina Îranê ser pêwîstiya kutakirina bi zûtirkê ya şer û xwînrêjiya li Yemenê

Çar sal ser destdirêjî û şerekî bêencam li dijî Gelê Yemenê derbas dibin.

 Ev şera li halekê derbasî pêncemîn sala xwe dibe ku li gorî  gotina rayedar û rêxistinên navneteweyî, zêde ji 24 milyon yemenî hevcedarê alîkariyê ne û zêde ji 15 milyon kes jî rastî bedxawrekiyê hatine û bi milyonan zarok jî ketine ber xela û birçîtiyê ku hemî ne ji ber qeyranê û belayên  xwezayî û cuxrafiyayî, ku ji ber şêr û dewama 4 salî ya wê û bêdengî û  sersariya civaka navneteweyî pêk hatine.

 Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li salroja destpêbûna destdirêjiya hêzên hevalbendiyê bi serokatiya Erebistana siûdî ser Yemenê, bal kişand ser vê rastiyên tal û destdirêjiya eşkere ser erdê Yemenê şermezar kir û daxwaza kutabûna bi zûtirkê ya şer û xwînrêjiyê li welatê hanê kir.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

 Rejîma Siûdî bi xewn û xeyala  serdestiya ser Yemenê û parvekirina vî  şerê newehev hat lê tevî çavrêtiyên ku hebûn, rastî işkestên  li dû hev û xisarên giran li hember hêzên artêşê û komîteyên gelanî hatiye.

 Kovara emerîkî ya Hîlê  li şiroveyekê li bara pêvajoya alûgurên Yemenê dinvîse: Erebistan li Yemenê  astneg bûye. Rasitî eva ye ku  Erebistan ji babet eskerî ve li vî welatî rastî pirsgirêkê hatiye û tenê riya derketina Erebistanê ji qopiya Yemenê rawestandina  şerê li dijî Yemenê ye.

 Plana çar xalî ku Îran li Nîsana 2015`an bo çareserkirina qeyrana Yemenê raber kir yek ji van riyan e ku dikare  dawiyê bide vê destdirêjiyê. Plana Îranê li gor  çar unsurên sereke ji wan: Devberdana ji dijminatiyê û agirbesa demlidest, şandina  alîkariyên  mirovheziyê, destpêbûna gotûbêjên siyasî navbera hemî aliyên yemenî û damezrandina  dewleta  giştalî ya neteweyî hat raberkirin.

 Heya niha çend caran bona kutakirina şerê Yemenê hin liv û tevger cih hatine. Ji wan hewldanan muzakirên komên yemenî li Stokholma Swedê ye ku kanûna 2018` an bi beşdariya  aliyên yemenî hat lidarxistin.

 Ev muzakire bi hevhatina  seretayî ya damezrandina agirbesê li bendera Hudeydê û veguhartina hêsîran, navbera her du aliyan, vekirina hêla hewayî bo şandina  derman, xwarek û hevcetiyên giştî ya gel kuta bû lê ev hevhatin bi caran ji aliyê Erebistanê binpê kiriye.

 Kutabûna  şêr li Yemenê bê guman hevceyî bi viyana cîhanî bi taybet ji aliyê welatên rojavayî bona rawestandina  kiryarên neînsanî yên Erebistanê li Yemenê ye.

 Komara Îslamî ya Îranê bawerî bi rêçareya siyasî bona kutakirina şêr li Yemenê ye.

 Li ser vê esasê, Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniyekê cardinê bi piştgiriya ji hevhatinên  Stokholm, ji welatên  bi bandor li qeyrana  Yemenê dixweze rewşê bo cihanîna tam a hevhatinên cih hatî xweş bikin.

 Komara Îslamî ya Îranê hêvî dike ku cihanîna  tam a hevhatinên Stokholmê, bi piştgiriya civaka cîhanî bibe sedema kêmbûna  derd û êşa gelê Yemenê bi taybet zarok û jinên vî welatî û bibe pêngava  ewil bo çareserkirina qeyrana  Yemenê.