Terorîst leşkirê Emerîkayê li navçê ne
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Emerîka piştî îstifda kirêt ji terorîstan, wan ji navçeyekê dişînin navçeyeke din.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa meclisê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li hevdîtina Ebdulhemîd Sî Efîf serokê komîsyona karûbarên derve yên meclisa neteweyî ya Cezayirê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka îzna çareserkirina mesela terorîzmê li navçê nade û got: Terorîst navçê li gor siyasetên Waşengtonê li hev dixin û niha ew bala xwe dane ser hin navçên Asiya û bakurê Efrîqayê.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser berûlayên curbicure plana emerîkî ya ` danûstandina mezin a sedsalê û got: Wan dil hene mesela Filistînê tenê bînin ser mesela Gazayê ku eva xeyaneteke mezin e.
Larîcanî proja normalkirina peywendiyên navbera Rejîma Îsraîlê û welatên erebî weke lekeyeke reş bo welatên Îslamî da zanîn û destnîşan kir: Ji ber hişyariya pêkhatî li nav gelên Îslamî, ew li vê barê dê bi ser nekevin.
Ebdulhemîd Sî Efîf serokê komîsyona karûbarên derve yên meclisa neteweyî ya Cezayirê jî mudaxila mustekbiran li karûbarên navxweyî yên welatan rexne kir û got: Kes nikare li Cezayirî dîkte bike ku li peywedniyên xwe bi welatên dost û cînar çawa reftarê bikin.
Sî Efîf bal kişand ser geşatiya peywedniyên aborî navbera Îran û Cezayirê û got: Cezayirê tevî şermezarkirina boykotên zalimane yên Emerîkayê dijî Îranê her tim ser parastina rêketina navokî teqez dike.
Serokê komîsyona karûbarên derve yên meclisa neteweyî ya Cezayirê ku sefera Têîhranê kiriye tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve , Hişmetullah Felahetpîşe, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û Huseynelî Emîrî, alîkarê parlemanî yê serokê Komara Îslamî ya Îranê jî hevdîtin û gotûbêj kiriye.