Kanûn 14, 2018 18:11 Asia/Tehran
  •  Kutabûna muzakirên Swedê û işkestên hevalbendiya işkestxwarî ya siûdî

Çaremîn dewra muzakirên aşitiyê yên Yemenê ku ji 6 Kanûnê ve bi beşdariya aliyên yemenî bi serokatiya Martîn Grîfîts, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Yemenê li Stokholma Suwdê destpê bibû, roja pêncşemiyê li halekê bi daxûyaniyekê karê xwe bi dawî anî ku çavkaniyên nûçan li bara giranbûna êrişên hevalbendiya siûdî ser Yemenê agahî dan.

 Giranbûna êrişên hevalbendiya siûdî ser Yemenê li halekê ye ku li roja dawiyê ya muzakirên aşitiya Swedê, komên yemenî li bara cihanîna agirbesê li bendera Hudeydê bin çavdêriya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û derbaskirina alîkariyên mirovhzeiyê bo vê benderê li hev kirin. Xala giring li vê navberê siyaseta bi durûtî ya  Emerîkayê li hember muzakirên aşitiya  Swedê bû ku bala çavdêrên siyasî ber bi şantajên Emerîkayê bona  dewama cinayetên Erebistanê li Yemenê kişand .

 Wezareta karên derve ya Emerîkayê bi daxûyaniyekê li bara muzakirên Stokholmê bi hilêxistina vê mijarê ku li bara  piraniya hûrgiliyên li hev kirine  divê li van muzakirên pirtir  ser vê meselê bişêwirin, bi curekê ku li hember dewama êrişên  hevalvbendiya siûdî ser Yemenê û binpêkirina hevhatinên  aşitiya Swedê çirayê kesk nîşan da.

 Reftarên Emerîka û hevalbendiya destdirêjkir a siûdî li hember muzakirên aşitiya Swedê nîşan didin ku hevalbendiya  destdirêjkir a siûdî û alîgirên wê ji encamên muzakirên aşitiya Swedê ku bi hevkariya  Ensarullaha Yemenê, dê hin destkevtên siyasî û însanî bo gelê Yemenê hebin, razî nînin û bi mudaxilên xwe hewl didin pêşiya cihhatina hevhatinên li muzakirên  aşitiya Swedê bigrin.

 Serê axir piştî 4 salan berxwedana  Ebnsarullahê û her wiha heftiyekê piştî muzakira berdewam, gelê Yemenê hevalbendiya siûdî û civaka cîhanî nerçar kirin vê rastiyê qebûl bikin ku tenê riya derketina ji qeyrana vî welatî, riya siyasî ye.

 Rastî eva ye ku ne şerê li dijî Yemenê wisa ku rayedarên siûdî soz dabûn  di sê heftiyan de bi dawî hat û ne jî tişta ku Îmaratê vê dawiyê soz dabû, Hudeyde  işkest xwar. Li sê vê esasê Îmarat û Erebisrtan, hewl dan ku işkestên xwe li serketina  li şerê Yemenê li çarçoveya  gotûbêjên  dîplomatîk û bi şikleke  bi rûmet bi dawî bînin.

Li vê çarçoveyê hevalbendiya siûdî û alîgirê sereke yê wê yanê Emerîka hewl didan ku  bi muzakiran bighêjin armancên ku bi şer  bi dest nexistibûn. Lê ji ber serokatiya  Ensarullahê li muzakirên aşitiya Swedê ku li encama  serketinên  vê tevgera berxwedana  gelanî li hember destdirêjkirên  ser Yemenê li mehên derbasbûyî hatibûn dest, hevalbendiya siûdî li vê armancê jî bi ser neket. Encama gotûbêjên Swedê ji xwe heqbûna nihêrîna  Ensarullahê nîşan dide ku  ku tim destnîşan dikir qeyrana Yemenê xêncî bi riya  siyasî çareser nabe. Ev serketina bo tevgera Ensarualhê ye û li vê navberê mesela Hudeydê mijara herî giring e û yên destdirêjker piştî hevhatina  Swedê dê hîn zêdetir bikevin ber zexta raya giştî bona cihanîna agirbesê li parêzgeha Hudeydê û qebûlkirina  gîhandina alîkariyên mirovheziyê bo Yemenê ku eva işkesta hevalbendiya siûdî li kemilandina dorpêça Yemenê nîşan dide.

 Rawestandina operasyona eskerî li Hudeydê û  azadiya gemiyan li sekinîna li wê tê wateya destpêbûna wergirtina  xwarek û dermanan û kelûmelên bingehîn  û ev serketina mezin bo Ensarullahê û işkestek bo siûdî û hevalbendiyê ye. Serketina din eva ye ku  Ensarullah wek aliyeke gotûbêjê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û heta dewleta  Ebd Rebê Mensûr Hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê bi fermî hat naskirin û eva tê wateya  qanûnîbûna  Ensarullahê û hêzên  Yemenî tişta ku heya niha  Erebistan û hevpeymanên  wê ew red dikirin û qebûl nedikirin.

 Seyd Hadî seyd Efqehî karzan û lêkolê meselên navneteweyî li bara destkewtên  hevhatina komên yemenî li Swedê bo tevgera Ensarullaha Yemenê got ev hevhatina  serketineke siyasî bo tevgera Ensarullahê ye  ji ber ku pêştir  kirêgirtiyên Erebistanê digotin ku endamên  vê tevgerê darbekir in. karzan û lêkolê meselên navneteweyî diyar kir: Lê niha  dema NY tevgera ensarullaha Yemenê vedixwîne  gotûbêjê, nîşankeke giring ji bifermînaskirina nûnerî beşeke berfireh ji gelê Yemenê ye ku navçên stratejîk li vî welatî kontrol dike.

Ensarullaha Yemenê  bo gelê vî welatî li muzakirên aşitiya Swedê destkewtên din jî hebûye ku ji wan dikarin bala xwe bidin ser bi serneketina meydanî û eskerî ya hêzên Ebd Rebê Mensûr Hadî û kirêgirtiyên hevalbendiya siûdî bona dagirkirina  bajêr û bendera Hudeydê.

 Eva li halekê ye ku balefirgeha Senayê jî berûvajiya xwesteka  hevalbendiyê tim di destê Ensarullahê û hêzên gelanî û dewleta qanûnî ya Yemenê ma.