Li çil saltiya Inqilaba Îranê da, emerîkî hela jî di xewn û xeyalan de ne
Hevgavê 40 saltiya Inqilaba Îslamî, dijminatiya Emerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê herî zêde bûye.
Van rojana, rayedarên emerîkî bernama mûşekî û bandora Îranê li navça rojava Asiyayê kirine mehne û bi amadebûna li her trîbûnekê hewl didin ku raya giştî ya cîhanê û welatan li dijî Îranê rakin.
Ev siyaseta bi boykotên Emerîkayê li dijî Îranê hevgav bûye û hegera wê jî nekêrhatîbûna siyasî ya boykotan û zêdebûna zext û zorên cîhanî li dijî Îranê bi boykotan e.
Mehnekirina mijrekê ku ne li Rêketina navokî hatiye behskirin û ne jî girêdayî bi welatên din e, nîşana işkesta siyasetên Emerîkayê bona rakirina raya giştî li dijî Îranê ye.
Ev işkest îsal dibin 40 salî û hellehellaya van rojên rayeadrên emerîkî divê di vê meselê de bigerin.
Bernama mûşekî ya Îranê, mijareke navxweyî ye her welatek li gor doktorîna xwe ya berevaniyê mafê xwe heye û dikare bona xurtkirina bingeha berevaniya xwe hewl bide û bi awayekî serbixwe bikeve dewrê.
Di vê navberê de, ceribandina mûşekê weke bernameyên berevaniya her welatekî ye û Îranê jî li gor bername û xurtkirina qaweta xwe ya bertevaniyê vî karî dike.
Mehnekirina vê meselê ji aliyê rayedarên emerîkî ewilî weke mudaxila li karûbarên navxweyî yên Îranê û paşê jî dewama tirsandina ji Îranê li saya mûşekan e.
Hema li vê çarçoveyê, Maykl Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja çarşemiyê piştî civîna Konseya Ewlehiyê bona hilêkolandina rapora sekretreê giştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li bara chanîna biryarnama 2231an li nava koma nûçegîhanan îdia kir ku Emerîkayê li vê civînê eşkere kir ku xebatên mûşekî balistîkî yên Îranê ji kontrolê derketiye.
Mayk Pompêo bi vê îdiayê ku Îran bi şêwazên curbicur biryarnama 2231`an a Konseya ewlehiyê binpê dike, îdia kir ku divê ceribandinên mûşekî yên Îranê kuta bibin.
Eva li halekê ye ku Muhemed Cewad zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li bara ceribandina vê dawiyê ya mûşekî ya Îranê destnîşan kir: Mesela mûşekê tu carî nehatiye muzakirekirin û li biryarnama 2231`an a Konseya ewlehiyê ya NY jî li bara qedexetiya wê bo Komara Îslamî ya Îranê tiştek nehatiye piştrastkirin û pejirandin. Hellahellaya Emerîkiyan li bara bernama mûşekî û hizûra navçeyî ya Îranê, hewldana bona destpêkirina muzakirên nû ye da ku ev du mijar jî lê bên zêdekirin. Ev armanca emerîkiyan xewnek e ku li gorî gotina berpirsên Îranê dê serê xwe negre.
Li vê barê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta akrên derve ya Îranê diyar kir: Gotinên rayedarên emerîkî li bara muzakire û hevhatian nû, bê erziş û mîna ceribandina kesekî ye ku pêştir hatiye ceribandin. Emerîka mezintirîn binpêkirê berpirsiyariyên navneteweyî ye û binpêkirina biryarnama 2231an , mînaka eşkere ya reftarên dewletî yên nearam û înad û serkêşî ye.
zordarî, xapandin û edetkirina Emerîkayê bi boykotan, bingeha siayseta derve ya dewleta niha ya vî welatî ye û heta Emerîka bona zêdekirina dijminatiya wxe bi Îranê re, konseya ewlehiyê jî dîl girtiye.
Emerîka piştî derketina j rêketian navokî hemî hewldana xwe bi kar aniye ku bi xapandina welatên din ji wna ewerûpiyan, tam rêketian navokî ji nav bibe da ku di rewşeke wisa de rê bona destpêkirina muzakirên nû xweş bike.
Hellahellaya Mayk Pompêo li bara bernama mûşekî ya Îranê, destpêka hema vê siyasetê û dijminatiya Emerîkayê li hember Îranê ye da ku bandorê ser têkiliyên cîhanî bi Îranê dayne. Lê dewleta Komara Îslamî ya Îranêmîna her dewleteke din, dê li bara ewlehî û şiyanên berevaniya xwe ya rewa bi tu welatekî re aşitiyê neke.