Biryara nû ya Tirkiyê; Teirifeya 533 mîlyon dolarî ser kelûpelên Amerîkayê
Wezîra bazirganiya Tirkiyê ji destpêbûna pêvajoya wergirtina 533 mîlyon dolaran teirifeya zêdetir ji kelûpelên amerîkî agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ruxsar Pekcan wezîra ticareta Tirkîyê li axavtinekê li koma civata firoşerên bo derve yên Tirkîyê û endamên navenda peywendîyên aborîya derve, bal kişand ser gurrbûna gêreya di navbera Enqere û Waşîngtonê de û got: Amerîkayê ji nêzî 5 mehan berî niha ve baca gumrikê ya kirrîna pola û bafûna Tirkîyê sedî 10 û sedî 25 zêde kir û çend rojan berî niha jî ew baca heta duberanberî zêde kir û me jî wekî tolhildanê baca gumrikê ya kirrîna 22 kel û pelên amerîkî zêde kir.
Ji hêla din ve wezîra ticareta Tirkîyê ragihand ku welatê wê li hemberî kiryarên vê dawîyê yên Amerîkayê yên li dijî Tirkîyê dê li dezgeha lêveger a Sazîya Ticareta Cîhanî dozê veke.
Wezîra bazirganiya Tirkiya Tikiyê pêgîrî kir: Di rewşeka wiha de, kiryarên yekalî yên Amerîkayê, danûstandinê ticarî yên cîhanê dixin ber gef û xetera cidî.
Sepandina teirefeya sedî 25 ê sedî 10`an ser pola û bafûnê, ne tenê nerizamendiyên berfire ên şirîkên ticarî yên Amerîkayê li dû xwe ve anîne, belkî ew jî li kiryareka wek wê teirifeyên nû li ser hin kelûpelên ku ji Amerîkayê tên kirrin sepandine.
Girtina Endro Branson, qeşeya amerîkî li Tirkiyê û kiryara dualî ya her du welatan bona boykotkirina wezîrên karên hundur û dadweriyê û herwiha ragihandina duqatîbûna teirifeya derkirrîna pola û bafûnê ji Tirkiyê, bûne sedema nebaşbûna peywendiyên di navbera Enqere û Waşîngtonê de.
Eger çi niha cîhan ji ber kiryarên Donald Trump, di dewra şerrê Ticarî da ye, lê min mesele li peywendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de hene ku dibin sedema wê yekê ku em kiryarên di çarçoveya teirifeyan de di navbera wan de wek deama qeyrana peywendiyên derveyî yên di navbera welatên rojavayî û Tirkiyê de bizanibim.
Piştî darbeya serneketî ya sala 2016`an, Tirkiyê Waşîngtonê û welatên rojavayî tawanbar kirin. Ji hemiyan girîngtir xwesteka Tirkiyê ji bo vegerandina Gulen, rastî bersiva neyênî ya Amerîkayê ve hat û her ev yeka jî alîkariya nebaştirbûna peywendiyên di navbera welatên rojavayî û Tirkiyê de kir.
Her ji vê demê ve em bûne şahidê kêmbûna hevkariya di navbera Tirkiyê û welatên rojavayî de, kêmbûna hevkariyê ku devojenî û tometbariyên giran ên her du aliyan li hev jî tevlî wê bûne.
Paul Withers (Paol Waitêr) analîzorê siyasî di vî warî de dinivîse ku : Şerrê ticarî ku di navberaTiriye û Amerîkayê da heye, rûpeleka din ji qeyrana heyî ya li peywendiyên di navbera van du welatan de ye ku ji sala 2016`an ve destpê bû û mînakên wê yên din jî meriv dikare li Sûriyê û mijara Gulen bibîne.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka di sala buhurî de 12 mîlyard dolar şande Tirkiyê û Tirkiye jî bi qasî 8 mîlyard dolarî kelûpel şandine Amerîkayê. Divê em bibînin ka şerrê ticarî û boykotên heyî, wê kîjan welatî neçar bike ku paşda vekişe. Lê meseleya ku aşkera ye eva ye ku her welatek ku paşda vekişe neçar e li siyaseta xwe ya li hember aliyên din, guherînên berfireh pêk bîne.