Tebax 15, 2018 20:39 Asia/Tehran
  • Boykotkirina kel û pelên dîcîtal ên amerîkî li Tirkîyê

Di dewama gêreyên sîyasî ûaborîyê di navbera Tirkîye û Amerîkayê de, kel û pelên cîdîtal jî ketin rêza boykotên her du welatan.

Receb Teyîb Erdogan îro pêgirî kir: Tirkîye ji bo sekinîna li hemberî sîyasetên neberaqil ên aborîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê, dê ji vir pê ve kel û pelên ku bi diravên bîyanî kirrîne, yê xwe berhem bîne û bifiroşe welatên din.

Tu şikek tineye ku heke rewşa niha bidome û boykotên dualî yên Tirkîye û Amerîkayê li hemberî hev bên domandinê, dê qeyraneke nû sîya xwe bide ser peywendîyên her du hevgirtîyên berê. Di rastîyê de, hema ji niha ve tê payîn ku peywendîyên Tirkîye û Amerîkayê di rojên bê de yê zêdetir aloz û reş bibin. Eva li halekî ye ku tê gotin ku kiryar û sîyasetên serokomarê Amerîkayê bûne sedem ku ûris bêyî ku hewil bidin, hevgirtîyekî bihêz ê wekî Tirkîyê bi dest bixin. Malpera Rojnama Indipendent a Ingilîsê di vî warî de li meqaleyekê nivîsî: ``Dewama demajoya niha li sîyaseta derve ya Amerîkayê, dê bera Tirkîyê ji dostîya digel Amerîkayê û endametîya li NATO`yê bide ber bi dostîya tev Rûsîyê ku ev yeka jî wê dûhatên berfire ji berjewendî û dostên Amerîkayê yên li herêmê re bîne.``

Piştî ku Tirkîyê keşîşê amerîkî Enrow Brunson bi tawana sîxorîyê û pişkdarîya li derbeya serneketî li Enqerê girt û vê dawîyê jî cezaya hepsa malê ji wî re birrî, dewleta Amerîkayê ji 1`ê Tebaxê ve wezîrên karên hundur û dadwerîyê yên Tirkîyê boykot kirin. Berî wê jî, Donald Trump serokomarê Amerîkayê, baca gumrikê ya kirrîna pola û bafûnê ji Tirkîyê du qat zêde kir. Bi dû van liv û tevgerên Amerîkayê bihaya lîrê tirka li hemberî dolarê Amerîkayê gellekî daket û niha bihaya her dolarekî 7.30 lîre ye.

Gelê Tirkîyê nemaze hogirên Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ser vê bawerê ne ku qeyrana lîrê tirka di rastîyê da hewildana Amerîkayê ji bo lawazkirina Tirkîyê ye. Tevî danuistandinên Enqere û Waşîngtonê ji bo kêmkirina gêreyên li peywendîyên her du welatan, desteya dewleta Tirkîyê ku çûbû Waşîngtonê, destvala ji seredana Amerîkayê zivirî. Sara Sêndêrz berdevka Qesra Sipî di vî warî de got: ``Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji ber neyarîya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ya li hemberî azadkirina keşîşê amerîkî tam bêhêvî bûye.``

Di encama gêreyên vê dawîyê di navbera rêberên Amerîka û Tirkîyê de, divê mirov bêje ku peywendîyên van du hevgirtîyên berê daketine asta herî jêr a di 100 salên buhurî de. Di rastîyê de ji dema ku Amerîka û impiratorîya osmanî di şerê cîhanî yê yekem de li hemberî hev sekinîn, rewş xirabtir bûye.

Eva li halekî ye ku berî vîya, Tirkîye li rex Erebistanê û rêjîma Istraîlê hevgirtîyê herî bawerpêkirî yê Amerîkayê li navçê dihat hesêb, lê niha ew hevgirtin gellekî sist bûye. Heke ev rewşa bidome, Amerîka dê ji bo hertimê hevgirtîyê xwe yê bawerpêkirî li Rojhilata Navînê ji dest bide.