Tebax 14, 2018 13:20 Asia/Tehran
  •  Sûriyê li bara komployên hukimdarên ereb hin mijar eşkere kirin

Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê raghand: Hin welatên erebî zêde ji 137 milyar dular alîkariya terorîstan kirin da ku vî welatî ji nav bibin.

 Eşkerekirinên curbicur li bara rasitiyên qeyrana Sûriyê zêdetir ji berê, raya giştî ber vê rastiyê ve kişandiye ku  ev qeyrana  encama mudaxile û fitnexwaziyên  welatên rojavayî û hin dewletên  erebî bûye.

 Mudaxilên kavilkir ên biyaniyan bi serkirdetiya  Emerîka û hevdestiya  Erebistanê û hin welatên erebî ên navçê li Sûriyê bû sedem ku alugurên vî welatî dewsa ku li pêvajoyeke  hevkariya kêrhatî navbera dewlet û gel û li çarçoveya  reformên siyasî bê şopandin, bikeve nava şerekî giran.Piştî derketina  hin nerazîbûnên Sûriyê  ji pêvajoya xwe ya bi  aşitî ji riya şandina komên  terorîstî û piştgiriya giştalî ji wan, li 7 salên buhurî ev welata rastî qeyranê hatiye.

 Sercem komploya li dijî Sûriyê divê li çarçoveya mudaxilên biyaniyan li vî welatî bona  parvekirin û lawazkirina  wlatên navçê binirxînin. Eva li halekê ye ku hin dewletên  erebî yên mîna  Eeebistanê  bona  şopandina  planên  bi xerez ên Emerîkayê li navçê piştgiriya  aborî û eskerî didin wan.

 Rojnama  brîtanyayî ya Endependent`ê midehek berî niha hin belge weşandin ku nîşana piştgiriya çek û sîlehî ya berfireh a Erebistana Siûdî ji komên terorîstî li Sûriyê ye. Belgeyên ku Endependentê weşandine, nîşan didin ku Erebistana siûdî hin çek ji Sirbistan, Bulqaristan û Emerîkayê kirîne û dane komên terorîstî ji wan DAIŞ`ê li Sûriyê.

Robert Fîsk, nûçegîhanê Endependent destnîşan kir ku belgeyên  kirîna çek û sîlehan û şandina wan bo komên terorîstî ji meqerên  kavilbûyî yên terorîstan li Sûriyê hatine dest.

 Erebistan û  hin hukimdarên  erebî yên mîna  Îmaratê tev  dewletên rojavayî û Rejîma Siyonîstî li pişt perdeya  komployên li dijî dewleta qanûnî ya Sûriyê bi serokatiya  Beşar Esed de ne.

Bi vî awayî piştî mudaxile û fitneyên dewletên rojavayî bi taybet Emerîka û hin rayedarên ereb, Sûriye  ji sala 2011`an li rawestana li ber terorîzma ji derve hatî, rastî  qeyrana kûr a  navxweyî hatiye.

 Lê gel û dewleta gelanî ya  Esed bi yekitî û piştgiriya  hêzên berxwedanê li navçê bi   sekinîna li hember komployan, plana dijminan jbo serdestiya  ser Sûriyê bêencam hiştine.