Dîplomasiya Zerîf li Sengapûrê: ASEAN piştevanê rêketina navokî
Wezîrê karên derve yê Îranê ku bona pişkdariya civîna ASEANê seredana Sengapûrê kiriye, heta niha tev serokkomar, serokwezîr, wezîrê karên derve yê vî welatî û gelek ji hevtayên xwe yên pişkdarê vê civînê gotûbê kiriye.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku bona pişkdariya li civîna 51-an a wezîrê karên derve yên endame Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê(ASEAN) seredana Sengapûrê kiriye, duh pêncşemê bilî viya ku tev hinek ji hevtayên xwe yên pişkdarê vê civînê gotûbê kir, îro jî ev gotûbêjên xwe domandin û qirare li Fedrîko Mogirînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa jî gotûbêjê bike.
Mêhwera srekeye gotûbêjên Zerîf ser rêketina navokî û parastina vê rêketinê ye, herçend ku Amerîka hema bi curekî yekalî û neqanûnî ji nav vê rêketinê derketiye. Ji aliyê dinve li gotûbêjên Zerîf tev gelek ji hevtayên xwe yên ku pişkdariya civîna ASEANê kirine , derket ku bîr û raya giştî ya welatêncîhanê piştevaniya ji rêketina navokî ye û ew tişta ku di mêjiyê karbidestên Amerîka da li vê barê hebûye tam şaş bûye.
Zerîf duh pêncşemêli kêlega rêûresma îmzakirina peymana dostî û hevkariya ASEANê ya ser navê TAK gote nûçegihanan ku van rojana ku em nîzikî îcrabûnaewil grûpa boykotên Amerîka dijî gelê Îranê dibin gelek ji welatên cîhanê ji parzemînên cur bi cur amadebûna xwe ragihandine û pêşniyarên beraqil dane bona sekinîna li hemberî van cure boykotên Amerîka .
Zerîf got: Hemû karbidestên derecebilinde van welatan bal kişandine ser vê yekê ku xêra wan li viyaye ku rêketina navokî bê parastin û ser dewama hevkariyên xwe tev îranê sekinîne û ragihandine ku ewna rêketina navokî wekî desthatekî dîplomatîk dizanin û destnîşan kirine ku bona parastina vê rêketinê ewna qet nakevine bin tesîra siyaseta Amerîka.
Naveroka gotûbêjên Zerîf tev gelek ji hevtayên xwe yên pişkdarî civîna ASEANê li Sengapûrê û desthata van gotûbêjan carek dinê ev rastiya eşkera kir ku cîhan alîgîrê hevkarî û gotûbêjê ye û nêhrîna yekalî yaDonald Trump serokkomarê Amerîka roja îro li cîhanê bê desthate û mesela sereke li civînên Zerîf tev aliyên gotûbêjê carek din ev yeka îspatkir ku berbirsên welatên cîhanê jî dixwazin rêketina navokî bê parastin û êdî îradeya Amerîka bona dasepandina siyaseta xwe ya ser welatên cîhanê bê tesîr bûye.
Ji aliyê dinve li gotûbêjên wezîrê karên derve yê Îranê tev karbidestên welatên başûra rojhilata asiyayê derket ku ev nêhrîna Trump serokkomarê Amerîka ku rêketina navokî bi xeter dizanî ku hema bi vê îdiayê jî ew ji nav vê rêketinê derket, bê alîgîre.
ASEAN wekî qudreta pêncane abûrî licîhanê ku pêkhatî ji welatên başûra rojhilata Asiyayê ye, yeketiyekî bêlaye û dixebite bi pilan û dan û istandinên xwe yên nû tev welatên dine cîhanê ji wan Îranê, heta li dewrana boykotên Amerîka dijî Têhranê dîsa jî ew hema bêla dewamê bide peywendiyên xwe yên abûrî tev Têhranê.
Pê berçavgirtina van cure siyasetên welatên cîhanê derdikeve ku siyasetên yekalî yên Amerîka bona hilweşandina tam a rêketina navokî rastî işkestê hatiye .
Rastbêjiya Komara îslamî ya Îranê li ser pêbendiya Têhranê bi soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî û xebata ji bo birêketina aşitî û ewlehiyêli cîhanê, bûye sebeb ku welatên cîhanê baweriyê bi Îranê bînin û ev rastbêjiya hegera serekeye dewama hevkariyên Îranê tev gelek ji welatên cîhanê ye.
Dewama van curesiyasetên aşitîxwazaneye Komara îslamî ya Îranê sercem dibe sebeb ku ev siyaseta Amerîka ku dixebite zorê bîne ser welatên cîhanê ku niftê ji Îranê nekirrin jî îcra nebe, bo nimûne sekinîna Hindûstanê li hemberî van cure siyasetên Amerîka û ragihandina vê yekê ku ev welata hevrêtiya boykotên Amerîka dijî Têhranê nake û hema dewamê dide kirrîna nifta Îranê mînakeke ji serxwebûna siyaseta Dêhliya Nû li hemberî siyasetên Amerîka ku eva sercem nîşana vê rastiyê ye ku rêketina navokî dîplomasiyekî serketî li cîhanê bûye.
Piştevaniya welatên başûra rojhilata Asiyayê ji rêketina navokî carek din Amerîka bi tenê hişt û nîşan da ku êdî siyasetên yekalî û tehmîlî bêencame.