Tîrmeh 27, 2018 18:43 Asia/Tehran
  • Erdogan: Peywendîyên Tirkîye û Îranê istiratêjîk in

Serokomarê Tirkîyê, Komara Islamî ya Îranê şirîkê istiratêjîk ê welatê xwe zanî.

Receb Teyîb Erdogan berî ku bi merema pişkdarîya li civîna serokên BRICS`ê seredana Afrîqaya Başûr bike, herwiha got: Îran şirîkê istiratêjîk ê Tirkîyê ye û daxwaza ji bo qutkirina peywendîyên Enqere û Têhranê berovajî têgiheştina me ji serxwebûna li cîhanê ye.

Erdogan pêgirî kir ku Tirkîye enerjîya pêwîst ji Îranê dabîn dike û hêvî kir ku têkildarî sepandina boykotan ser Îranê de pêngaveke şaş neyê avêtin.

Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê jî roja sêşemê li civîna çapemenîyê ya hevpar digel hevtûşê xwe li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê bal kişand ser neyarîya Tirkîyê li hemberî boykotên Amerîkayê yên ser Îranê da sepandî û got: Enqere neçar nîne ku pêbendî biryara Amerîkayê ya sepandina boykotan ser Îranê da be.

Hefteya buhurî desteyeke amerîkî seredana Enqerê kir û ji rayedarên sîyasî û aborî yên Tirkîyê xwest ku ji bo sepandina boykotan ser Îranê da pişta Amerîkayê bigirin lê rayedarên Tirkîyê ev daxwaza qebûl nekirin û biryara rayedarên amerîkî di vî warî de ``biryareke şaş`` wesif kirin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Amerîkayê di 8`ê Gulanê de ji Rêketinama Atomî vekişîya û paşê ragihand ku dê heta 4`ê Mijdarê derfirotina nifta Îranê tam bide sekinandinê. Di vê çarçovê de Waşîngtonê ji welatên cîhanê xwestîye ku wekî pişkeke boykotên aborîyê yên dijî Têhranê kirrîna nifta Îranê bigihînin sifrê.

Helwesta rayedarên Tirkîyê li hemberî boykotên Amerîkayê kûratîya peywendîyên di navbera Têhran-Enqerê nîşan dide. Peywendîyên ku ji ber cînaretî û girêdayîbûna bi hev ra ya her du welatan rabhorîyeke dîrokî hene. Parastina van peywendîyana ji bo Tirkîyê pêwîst e û ji hêla din ve ser xêra her du welatan e.

Di hêla ticarî de yek ji mêhwerên herî sereke yên ticareta di navbera Tirkîye û Îranê de, ticareta enerjîyê ye. Tirkîye pişkeke zêde ya ênêrjîya pêwîst ji welatên cînar û Ûrsêtê dabîn dike. Kêmkirina derfirotina enerjîyê bo Tirkîyê hilgirê vê dûhatê ye ku hin firoşerên enerjîya bo Tirkîyê dê cîgeheke taybet hebin. Ev yeka jî dê Tirkîyê li muzakirên dabînkirina enerjîyê de tûşî dijwarîyê bike.

Ji hêla din ve idî him Tirkîye him jî Îran dizanin ku ji bo parastina istiqrar û ewlehîya herêmê ``hevkarî û sîyasetên hevpar`` pêwîst in. Lewma lawazbûna her yek ji Enqere yan Têhranê dikare zîyanê bigihîne şîyana wan a parastina istiqrara navçê. Lewma Tirkîye wekî cînarê Îranê ku mijûlî meseleyên ewlehîyê yên hevpar e, pêwîst dizane ku xwe ji sîyasetên lawazkirina Îranê dûr ragire.

Sima Shine lêkolera sîayseta navnetewî di vî warî de dinivîse ku Îran û Tirkîyê gellek meseleyên hevpar di asta herêmê de hene û sîyaseta her du welatan di salên buhurî de nîşan daye ku istiqrar û hêza netewî ya wan ji bo hevdu gellekî girîng e.

L idawîyê şayanî gotinê ye ku di rewşeke wiha de pêwîst e ku Îran û Tirkîye bi palpiştîya meseleyên hevpar û agahdarbûna ji şert û mercên hestyar ên herêm û cîhanê, pêşî li wan pêngavana bigirin ku encama wan lawazkirina van du hêzên herêmî ye.