Rêketinama Atomî li çep û rastên pêngavên piratîkî yên Ewropayê
Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî li hevpeyvîna digel Euro News`ê, tevî pêgirîya ser girîngîya peywendîyên digel Ewropayê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ragihand ku bilî sozdarîya sîyasî ya ewropîyan ji bo pêbendîya li Rêketinama Atomî, niha hewce ye ku pêngavên wan ên piratîkî jî bên xûyakirinê.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Nabe Ewropî tenê biaxivin û daxûyanîyan bidin, belkî Îran hewcedar e rêkarên piratîkî nemaze di warê danuistandinên bankî, sermayeguzarî, enerjî, tranzîtê de û piştgirîya ji şîrketên piçûk û navîn ji alîyê ewropîyan ve wergire.
Van rojana liv û hewildanên ewropîyan ji bo dewama Rêketinama Atomî zêde bûne û hevgavê vê yekê Donald Trump serokomarê Amerîkayê gef li ewropîyan kirîye ku heke bi Îranê re hevkarîyê bikin, wê bikevin ber boykotan û bên cezakirinê. Ev rewşa herwiha pêşerojeke zelal têkildarî dilnîyabûna ji serêxwegirtina sozên welatên ewropî ji bo parastina Rêketinama Atomî bêyî Amerîkayê garantî nake.
Dayîna diravê deyn û hêsankarîyên bankî bi rêya Banka Sermayeguzarîyê ya Ewropayê, pêngavên taybet bi merema parastina şîrketên ewropî yên li Îranê kar dikin û veguhestina rasterast a dirêv ji dewletên ewropî bo Banka Merkezî ya Îranê ji bo ku nekevin ber boykotên Amerîkayê, ji wan pêngavan in ku Ewropayê ji bo parastina Rêketinama Atomî divê rake. Ev pêngavana bi curekê pişkeke cidanabin a Rêketinama Atomî ne ku niha piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, ewropî divê wan garantî bikin û heke ev yeka serê xwe negire, tu hitbara Rêketinama Atomî namîne. Di vê çarçovê de, Seyîdkemal Xerazî serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê got: Bi vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî bila wajokirên din ên vê rêketinamê alîkarîyê bidin ta ku Îran boykotên sepandî yên Amerîkayê derbas bike, neku heke wajokirên din ên Rêketinama Atomî xalên wê bi cih neynin, çi xêra mayîna Îranê li Rêketinama Atomî tinabe.
Ev helwesta zelal nîşan dide ku alîyên din ên wajokirê Rêketinama Atomî nemaze ewropî divê ji durişmên sîyasî û pêgirîya berdewam ser parastina Rêketinama Atomî derbas bibin û pêngavên piratîkî yên bi dilê Îranê û yên li Rêketinama Atomî hatine kivşkirinê hevgavê destpêbûna boykotên yekalî yên Amerîkayê rakin. Bi vî awayî ``pêngavên piratîkî yên bi garantîya mehkem a cihanînê û qanûnî`` tenha mercê domandina Rêketinama Atomî digel welatên ewropî ye. Di vî warî de Robert Macaire sefîrê Ingilîsê li Îranê duh li civîna ``rawêjkarîya sefîrên bîyanî `` li Têhranê got: Piştgirîya me ji Rêketinama Atomî nabe ku tenê devkî be, belkî divê em pêngavan rakin ta ku ev rêya bê domandin.
Jean-Yves Le Drian wezîrê karên derve yê Fransayê jî gotîye ku divê Ewropa rewşekê pêk bîne ku Îran bikare bi hêsanî nifta xwe bifiroşe.
Garantîkirina ewlehîya aborîyê û sûdwergirtina ji berjewendîyên vê babetê, mafê aşkira yê Komara Islamî ya Îranê ye û mercê sereke yê dewama Rêketinama Atomî tê hesêb. Hemî hewildanên ewropîyan divê ji bo serêxwegirtina vê babeta girîng bin ta ku bikaribin çarçêveke karkirinê ya kivş bi garantîyeke dilnîyakir ji ob hevkarîya digel Ewropa û Îranê di bin sîya Rêketinama Atomî ya bêyî Amerîkayê were kivşkirinê. Serêxwegiritna vê babetê jî ser xêra welatên ewropî jî ye. Li gorî gotina Stefan Scholz sefîrê Otrîşê li Têhranê, YE`yê xwazyarê vebûna derîyên darayîyê ye, ji ber ku bi hegera qutbûna derfirotina bo Îranê tûşî zîyaneka nêzî 10 milyard dolaran bûye.