Nîsan 25, 2018 17:44 Asia/Tehran
  •  Sefera Ebadî bo Herêma Kurdistana Iraqê, zêdekirina liv û tevegrên  hilbijartinê li Iraqê

Li halekê ku tenê 17 roj bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê maye, Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî û serokê lîsteya hilbijartinê ya El-Nesrê îro, 25 Nîsanê sefera Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê kir.

 Îbrahîm Reşîd, berdevkê hevalbendiya El-Nesrê li Silêmaniyê diyar kir: Heyder Ebadî, serokê vê hevalbendiyê îro li Silêmaniyê dê axiftina propagendeyî bike û pişt re dê sefera Hewlêr û Dihokê bike.

 Biryar e çaremîn  hilbijartina  parlemanî ya Iraqê roja 12 Gulanê were li dar xistin. Yek ji hegerên herî giring ên giringiya vê hilbijartinê eva ye ku hevrikîtirîn hilbijartina Iraqê tê hesbê. Berûvajiya hilbijartinên  sala 2014` an  nikarin  li hilbijartinên  Gulana 2018`an  tu hevalbendiyekê pêştir serketî bizanin.Şêwaza propagendeya  hevalbendiyan jî bi curekê nîşana  şîdeta hevrikiyan li vê dewra hilbijartinên  parlemanî yên Iraqê ye.

 Li halekê ku li sê hilbijartinên buhurî propagendeya hevalbendiyên ser bi suniyan û şîeyan li Herêma Kurdistana Iraqê kêmreng bû. Niha bi taybet Heyder Ebadî, serokê hevalbndiya  El-Nesrê ser bidestxistina  dengan li Herêma Kurdistsna  vî welatî sekiniye.

 Ev kiryara  Heyder Ebadî hegerên curbicur  heye. Ji wan hegeran eva ye ku  du partiyên  sereke yên Herêma Kurdistanê yanê partiya Demokrat û Yekitiya Niştimanî berûvajiya sê hilbijartinên  derbasbûyî, rewşeke pêkan ji bo beşadriya li hilbijartinên  2018`an  tine ne.

Semed Himetî, karzanê meselên Rojhilata Navîn li vê barê  bawer e ku bi giştî li navça Kurdistanê, atmosfera hilbiajrtinê pêka dewreyên  derbasbûyî sartir e.

 Herêma Kurdistana Iarqê kontrola  navçê kêşe li ser ji dest daye û kontrola van navçana  ketiye destê dewleta  navendî ya Bexadyê li halekê ku  li hilbijartinên  buhurî, komên kurdî li navçên kêşe li ser  hêza manowrê ya zêde hebûn, ji aliyê dine ve jî  kurdan piştî ezmûna  sernektî ya giştpirsiya cidabûan ji Iraqê, postên  giring li nijyara  qaweta Iarqê ji dest dan ku serokatiya erkantiya giştî ya Iraqê yek ji van  postên giring e.  Ev bûyerrexneyên li dijî partiya Demokrat,  partiya herî giring û sereke ku beşa  sereke ya  qawetê li Herêma  Kurdistanê heye, zêde kiriye û di eynî demê de  bûye sedema sarbûna  atmosfera hilbiajrtinê li vê navçeyê.

 Ji ber vê rewşê, Heyder Ebadî, serokê hevalbendiya  Nesrê ser bidestxistina dengên Herêma  Kurdistanêû navçên kêşe li ser sekiniye û heya hin nûçeyên ne fermî li bara  nêzîkbûna  hevalbendiya  El-Nesrê tev partiya Demokrata  Herêam Kurdistana Iraqê heye. Loma sefera Ebadî bo Herêam Kurdistanê dikarin yek ji liv û tevegrên  herî giring ên hilbijartinê li Iraqê bidin zanîn.