Sersariya li hember Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî, talûkeyek ji bo aşitiya cîhanî
Nunerê Îranê li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî got: Tenê piştî weşandina rapor û lêkolînên vê saziya berpirsiyar, îmkana qezaweta li baraxebitandian çekên kîmaywî heye.
Elîriza Cehangîrî, roja pênşemiyê li civîna awarte ya Konseya cihanînê ya Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Lahê destnîaşn kir: Cihanîna erkên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî wek tenê saziya hêja û salih ji bo lêkolîna li bara xebitandina madên kîmaywî li operasyonên curbicur ji wan li warê birînadbûna du welatiyên rûsî li Salzbiriya Brîtanyayê pêwîst e.
Nûnerê Îranê li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî destnîşan kir: Ev rêxistina teknîkî û pisporiyê li karûbarên çavdêrî û ceribandina rastiyan nabe bikeve ber bayê armancên siyasî yên hin welatên endam.
Civîna awarte ya Konseya cihanînê ya Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî ger çi li bara jardarkirina du welatiyên rûsî li Brîtanyayê hat lidarxistin, lê babetên din jî hene ku nîşan didin beriya tevlîbûan vê rêxistinê li mijara îdiaya xebitandina çekên kîmaywî, aramncên siyasî pêştir ji lêkolîna xweser hatiye berçavgirtin. Li pêvajoya du babetên îdiaya xebiatndina çekên kîmaywî li qeyrana Sûriyê, beriya ku Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî tevlî meselê bibe, hêzên biyanî bernama xwe ya siyasî li bara van cure êrişên îdiayî şopandin, beriya ku li bendê bimînin ku Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî wek saziyeke salih, rapora xwe li bara êrişên îdiayî biweşîne.
armanca Hellahellaya beriya ku babetên xebitandina madên kîmyawîbi awayekî hûr û kûr û bi karzanî bên hilkolandin, tenê şopandina siyaseta yekalîxwaziyê ye ku ev siyaseta xeterke cidî li hember aşitî û ewlehiya cîhanî ye. Mesela Dûmaya Sûriyê û tawanbarkirina dewleta Şamê li bara xebitandina madên kîmyawî li vê navçê, bêyî tevlîbûna Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî nava vê meselê, siyasîbûna nihêrîna Emerîka û hevpeymanên wê li êrişa mûşekî ser Sûriyê eşkere kir.
Ev êrişa di rewşekê de cih hat ku dewleta Sûriyê daxwaz kiribû ku çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî sefera Dûmayê bikin û li bara îdiaya welatên rojavayê lêkolînê bikin lê Emerîka û hevpeymanên wê bala xwe nedan ser vê meselê û her wiha êrişa mûeşkî ser hin armancan li Sûriyê li halekê cih hat ku terorîst li Dûmayê û li navça stratejîk a Xûteya rojhilatê li derdora Şamê işkest xwarin û Emerîka û hevpeymanên wê li dû vê yekê bûn ku bandorê ser serketina artêşa Sûriyê bikin. Dema ku nihêrîneke wisa dibe bingeha siyaseta derve ya Emerîka, Brîtaya û Fransayê, felsefeya hebûna Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî bo êrişkirên ser Sûriyê bê wate dibe. Hema li vê çarçoveyê, beriya êrişa Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ser Sûriyê, Hêdêr Naort, berdevkê Wezareta Karên derve ya Emerîkayê li bersiva pirsekê li bara vê yekê ku gelo Waşengton jibo dayîna biryara li bara kiryara li Sûriyê li benda encamên lêkolînên çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî dimîne an na: got: Waşengton li vê barê pişta xwe bi lêzanînên xwe ve girê dide.
Lêzanînên Emerîkayê li ser êrişa îdiayî li Dûmaya Sûriyê li gor çavkaniyên komên çekdar û terorîstî bû ku di riya işkestê de bûn û loma Emerîkayê tev hevpeymanên xwe beriya ku çavdêrên Qedexetiya Çekên Kîmyawî, derbasî Dûmayê bibin, siba 14 Nîsanê qanûnên navneteweyî binpê kirin û êriş kirin ser welatekî xweser û xwediyê hakimiyeta neteweyî. Li bara xebitandina çekên kîmyawî li Dûmaya Sûriyê, gelek şik û guman hebûn. Nûnerê Rûsiyê li Qedexetiya Çekên Kîmyawî,got: Plana xebitandina çekên kîmaywî li Dûmaya Sûriyê , ji aliyê serwîsên ewlehiyê yên Brîtanya û Emerîkayê bona xalifandina civaka navneteweyî û pînekirina êrişa ser Sûriyê hat darêştin û cih hat.