Nîsan 13, 2018 19:32 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ereban, nasnameyeka erebî bi karên ne  li gorî berjewendiyên ereban

Civîna Serokên Yekîtiya Ereban, li halekê yekşemiya hefteya dahatî, wê li Erebistanê were lidarxistin ku daxuyaniya dawiyê ya civîna duh a Wezîrên Karên Derve yên vê yekîtiyê, careka din îsbat kir ku eger çi ev yekîtiya li ser bingeha nasnama erebî hatiye pêkanîn, lê li xizmeta berjewendiyên ne ereban e.

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban, duh (12`ê Nîsanê) li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî, hate li darxistin. Li daxuyaniya dawiyê ya vê civînê amajeyî du mijarên berbiçav ên niha yên navça Rojhilata Navînê, yanê qeyrana Sûriyê û mijara Qudsê bû. Eva ku li vê daxuyaniyê li bara qeyrana Sûriyê û mijara Qudsê hate gotin, bi awayekî aşkera newekheviya li siyaseta ku Yekîtiya Ereban radigihîne û cih tîne û herwiha tûşbûna vê saziya erebî li mijara dirûşmayîna bêyî cihanînê nîşan dide.

Li daxuyaniya duh ji bilî piştgîriya ji parastina hakimiyet, yekperçetiya axê û aramiya li Sûriyê anegorî rêzikname û nirxên vê yekîtiyê, bi awayekî aşkera hate ragihandin ku tenê rêçareya ji bo qeyrana Sûriyê, rêçareya siyasî ye. Ev mêhwer di rewşekê li daxuyaniya dawiyê ya Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban, de hatin ragihandin ku ji aliyekê ve mêhwera erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdî, yek ji piştgirên sereke yên komên terorst li hember nizama Sûriyê ye û ji aliyê  din ve Erebistana Siûdî û hin welatên din ên endamên vê yekîtiyê, dixwezin ku Amerîka û welatên rojavayî êrişî ser Sûriyê bikin.

Siloganbûna gotinên Yekîtiya ereban ji her mijarê zêdetir li mesela Filistînê dikeve ber çavan. Li daxuyaniya duh a vê yekîtiyê pişta pêkhatina dewleta filistînî ya bi paytextiya Qudsê hate girtin û herwiha pêwîstiya pêkhatina sîndûqeka pereyî ya bi bihay 100 mîlyon dolaran di heywê de ji bo piştgîriya ji Filistînê hatiye ragihandin û pêgîrî li ser hatiye kirin. Ji hêla din ve li daxuyanioya dawîn a  vê yekîtiyê, li hember biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê li ser ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst dijayetî hate kirin û ewê biryarekî nerewa, nemeşrû û binpêkerê aşkera yê qanûnên navneteweyî û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê dane ragihandin.

Nîşana herî aşkera ya li ser vê yekê ku ev daxuyaniya tenê helwêstên ragihandî yên yekîtiyê ye û qet yê cih neyê, eva ye ku di vê daxuyaniyê de amajeyî pirsgirêkên aşkera yên niha yên Filistînê yên wek kuştina vê dawiyê ya xelkê vî welatî bi destê leşkerên îsraîlî li xwenîşandana aştiyane ya Mafê Vegerê heta bi qasê kêm jî nebûye. Ev sersariya bi qesd a Yekîtiya Ereban û berçavnegirtina rastiyên aşkera û berbiçav, nîşan didin ku pişkek ji Yekîtiya ereban ya bi serokatiya Erebistanê, bi siyasetên Rejîma Îsraîlê yên dijî Filistînê re hevdeng in.

Di eynî demê de ku hema ev siyasetên ragihandî yên Yekîtiya Ereban li rewşekê  raber bûn ku ku ji Riyazê hate gotin Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebiostana Siûdî, di meha buhurî de û li sefera bo Amerîkayê, ji bo cara yekemîn bi awayekî aşkera û fermî, hebûna Rejîma Siyonîst bi fermî nas kiriye.

Rastî eva ye ku Yekîtiya Ereban sembola saziyeka şikestxwarî û nekara ya navneteweyî ye. Eger çi 22 endamên vê yekîtiyê ji hêla nasnama ziman û qewmê ve yek in, lê ev saziya ereb, bona peydakirina rêbazekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhana Ereban, nekara ye.

Her di vê çarçoveyê de, koma Berxwedana Îslamî ya Tevgera El Nuceba ya Iraqê li Mijdara 2017`an, li daxuyaniyekê li bara kiryarên vê yekîtiyê, bal kişand ser vê yekê ku Yekîtiya Ereban heya niha tu pirsgirêk yan qeyraneka ereban çareser nekiriye û Yekîtiya Ereban wekî Yekîtiya Ne ereb binav kir. Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin: Serdestîxweziya Îngilstanê, ev kombûna li deheyên 40`ê yên sedsala buhurî, wekî saziyeka kara ji bo têkbirina yekbûna ereban pêk anî û ev saziya jî di mideha van salan de, di çarçoveya Peymana Says Pîkoyê (1916) de ji bo parçekirina navçê anegorî plana serdestîxweziyê kar kiriye. Qet di dîrokê de saziyeka navneteweyî ya bi nekarabûna Yekîtiya Ereban tunebûye.