Berxwedan û Întifaze, zirûfeke kêrhatî li hember dagirkeriya Îsraîlê
Elî Larîcanî, serokê Yekitiya meclisên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî, kiryara cinayetkarane û li dijî însanî yên Rejîma narewa û talankir a siyonîstî li dijî meşa bi aşitî ya gelê Filistînê li roja Erdê şermezarkir.
Elî Larîcanî, serokê Yekitiya meclisên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî, şemiyê şevê ji meclisên welatên Îslamî û cîhanê xwest ku bi berçavgirtina tidbîrên pêdivî û şermezarkirina siyonîstan piştgiriyê bidine mafên rewşa ên filistîniyan û nehêlin siyonîstan qeyranên nû çê bikin.
Îran wek alîgirê rastîn ên xelkê mezlûm ê Filistînê ji mafên wan beervanî kiriye û bi her şêwazê xebitye cinayetên Rejîma Siyonîstî ji raya giştî ya cîhanê re bide eşkerekirin. Gerra nû ay cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî xelkê Filistînê bi siyaseta hin welatên Îslamî û erebî ji wan Rejîma Siûdî û her wiha li saya piştgiriya Emerîkayê destpê bûye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi raghandina Qudsê weke paytexta Rejîam Sexte ya Îsraîlê, meydan jibo cinayeta zêdetir a vê rejîmê amade kiriye. Hevgav Rejîam siûdî bi siyaseta lihevkirinê ku girtiye ber xwe, piştgiriya ji maf û armanac filistînyan êdî ewlewiyeta vê rejîmê nîne.
Bernama karî ku van rojana Muhemed Bin Selman , welîehdê siûdî li Emerîkayê, nîşana vê miajrê ye, hevdîtina bi cianyetkarên siyonîst li Emerîkayê, mohra piştrastkirina cinayetên Rejîma Siyonsîtî ye ku li du rojên buhurî li sînorên zîvala Gazayê, xelkê mezlûm ê Filistînê dikuje.
Hema di vî warî de, Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja şemiyê got: Li halekê ku Rejîma siyonîstî pêşîneyeke dirêj li warê dagirkirî, tevkujî û cinayetê heye, mixabin piştgiriyên serokkomar û rayedarên Emerîkayê û hewldanên bêşermane ên hin rêberên bêezmûn ên navçê ji bo pêkanîna peywendiyan eşkere û nepenî bi vê rejîmê, dê bibe sedema rezîltîrbûna vê rejîmê.