Adar 30, 2018 17:31 Asia/Tehran
  • Gefa ducarî ya Iraqê ji aliyê Tirkiyê

Dewleta Tirkiyê carek din gefa êrişa eskerî ya ser Iraqê xwar

Konseya ewlehiya Netewî ya Tirkiyê li daxûyaniyekê gef li Iraqê xwar, eger dewleta Bexdayê kutahiyê nede hizûra PKK li nav axa vî welatî, Tirkiye dê hêzên xwe yên eskerî bişîne bakûra Iraqê.

Li vê daxûyaniyê herwisa hatiye ku hêviya Enqerê evaye, Bexda kutahiyê bide hizûra PKK li bakûra vî welatî ji wan navçên Şengal û Qendîlê.

Eva çend salin ku Tirkiye hertim gefa êrişa ser axa Iraqê dixwe, li halê ku ev cure gefên wiha li ser peywendiyên welatên cînar dostane nayên hisab û dibin sebeb ku kerb û kîna di navbera du welatan zêdetir bibe.

Dewleta Tirkiyê bi mihana hizûra PKK li nav du welatên cînar yanî Iraq û Sûriyê, êrişî nav axa van welatan ku di rewşên nebaş dane kiriye û xisaretên zav jî gihandiye van du welatan.

Artêşa Tirkiyê ji 20 Adara 2018 êrişî ser bajarê Efrînê li bakûra Sûriyê kiriye û ev bajarê sûrî dagîr kiriye.

Pêştir jî dewleta Enqerê li 24 Tebasa 2014 parek din ji axa Sûriyê dagîr kiribû.

Bilî viya ku dewleta Şamê bi şîdet neyarê vê dagîrkeriya dewleta Enqerê ye li nav Tirkiyê, li nav welatên navçê û cîhanê jî neyariya tev van cure siyasetên Enqerê zêde bûye.

Dewleta qanûnî ya Şamê bicaran ev siyasetên dagîrkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê mehkûm kiriye.

Dewleta Şamê êrişên Tirkiyê ser Efrînê destdirêjiya eşkera ser axa Sûriyê daye zanîn û ev yeka mehkûm kiriye.

Xîncî dewleta Şamê parek pir ji xelk û partiyên nav Tirkiyê çi hevalbendên AKP`ê û çi jî neyarên dewleta Tirkiyê û heta dewletên navçê jî neyarê operasiyona eskerî ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê bûne.

Bo nimûne parek ji partiyên nav Tirkiyê çi partiyên hevalbendên AKP`ê û çi jî neyarên dewleta Enqerê operasiyona eskerî ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê rexne kirine.

Bo nimûne Temel Kara Melaoglu rêberê partiya îslamgeraye Seadet a Tirkiyê vê dûmahîkê xwetêkeliya dewleta Enqerê di nav karûbarên hundirî yên Iraq û Sûriyê û piştevaniya ji hinek ji grûpên terorîstî mehkûm kiriye û ragihandiye ku Dewleta Enqerê gere ku baca dagîrkeriya axa welatên Sûriyê û Iraqê bide.

Her li vê barê Kemal Qilîçdaroglu rêberê partiya Komarîxwaz a Gel(CHP) jî ragihandiye: Dewleta Tirkiyê daxwaza hilweşyana dewleta qanûnî ya Beşar Esed e lê vê xwesteka Enqerê heta niha serê xwe negirtiye û Erdogan bi sozên ku dide xelkê Tirkiyê cî û mewqiya dewleta xwe li navçê û cîhanê xirab kiriye.

Cuda ji xisaretên Tirkiyê ku gihandiye Iraq û Sûriyê, êrişa eskerî ya Enqerê ser van welatan bûye sebeb grûpên fanatîke van du welatan ji rewşa çêbûyî di nav van welatan istifadeya nerewa biken.