Hevdîtina welîehdê siûdî bi sekreterê giştî yê NY: dewama dîplomasiya dirêv
Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî duh berêvarê , 27 Adarê bi Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re li meqera vê rêxistinê li Niyoyorkê hevdîtin û gotûbêj kir.
Hevdîtina welîehdê siûdî bi Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re di dewama sefera Muhemed Bin Selman bo Emerîkayê cih hat. Bin Selman, sefera du hefteyî ya xwe bo Emerîkayê ji roja 20 Adarê destpê kir. Hevdîtina duh a welîehdê siûdî û sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, xwediyê çend xalên giring bû .
Yekim xal eva bû ku piştî derbasbûna 73 salan ser emrê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hîn jî ev rêxistina xweser nîne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li deheka 40`an sedsala buhurî û li çarçoveya bîr û hizrên lîberalîzmê hat damezrandin.
Li gorî vê têzê,birêxistinbûn li peywendiyên navneteweyî dibe sedema xurtbûna hevkariyan navbera welatan û kêmbûna şîdetê di asta cîhanî de. Li hember vê nihêrînê, nûrealîstên peywendiyên navneteweyî ser vê bawerê bûn ku pergala cîhanî meydana siyaseta qawetê ye û birêxistinkirin ji wan damezrandina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, zêde ji viya ku bibe sedema kêmbûna şîdetê û zêdebûna hevkariyê, dê bibe amûrek di xizmeta qawetan û hêz û qawet heta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, jî jibo bidestxistina armancên xwe didin xebatê. Tişta kudi hevdîtina duh a Bin Selman û Gêtêrêş de diyar bû, serekatiya eşkere ya nihêrîna nûrealîstan li hember lîberalan bû ji ber ku sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li hember yek milyar dular alîkariya aborî ya welîehdê siûdî, tu amajeyek bi cinayetên Erebistanê li Yemenê nekir.
Xala dudiyan jî eav bû ku Erebistana siûdî, hela jî bi behrewergirtina ji siyaseta dirêv , cinayetên xwe dinuxumîne. Ger çi Erebistana siûdî ne qaweteke bi bandor li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye, lê bi riya siyaseta dirêv lê dixebite ku bandorê ser xebata vê rêxistinê bike.
Li gorî dawîn raporasindûqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî( UNCEF), nêzîkî nîv milyon zarokên yemenî ji sala 2015`an heya niha ji xwendinê paşed mane û 4 milyon û 500 hezar zarokên yemenî jî ji rastî talûkeya bêparbûna ji mafê çûyîna wxendingehê hatine û zêde ji 2 hezar û 500 xwendingeh jî êdî bi kêr nayên, yanê zarok, bûne goriyên sereke yên şerê Erebistanê li dijî Yemenê.
Nivîsgeha hewahengiya mirovhezane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî li destpêka 4` mîn sala şerê Erebistanê li dijî Yemenê raghand ku nêzîkî sedî 80 yê binavahiyên Yemenê ji nav çûne û bêtirî milyonek yemenî jî tûşî nexweşiya kolêrayê bûne. Bin Selman jî li halekê milyardek dular terxan daye bo alîkariya yemeniyan ku rewşa îro ya Yemenê, hema encama siyaseta Alê Siûd e.
Xala din jî eva ye ku Antonyo Gotêrêş li halekê, alîkariya kêm a yek milyar dularî ya welîehdê siûdî kiryareke mirovdosaten bi nav kir ku wî bi caran raghand ku ku Yemen rastî qeyrana însanî ya herî kirêt a cîhanê li dehekên derbasbûyî hatiye. Ev gotinên newekhev nîşan dide ku NY rastî valahî û lawaziya serbixwebûnê hatiye.