Adar 27, 2018 19:42 Asia/Tehran
  • Amerîka ji baregeha hewayî ya Incirlîka Tirkîyê venakişe

Erkantîya fermandetîya navendî ya Amerîkayê li daxûyanîyekê ragihand ku tu biryarek ji bo terikandina baregeha hewayî ya Incirlîka Tirkîyê tineye.

Erkantîya fermandetîya navendî ya Amerîkayê li vê daxûyanîyê ragihand: Nûçeyên ku têkildarî derketina hêzên amerîkî ji baregeha hewayî ya Incirlîkê hatine weşandin, derew in û vî welatî biryarek di vî warî de nedaye.

Ev daxûyanîya piştê wê hat dayîn ku di sala buhurî de gêreya di navbera Amerîka û Tirkîyê têkildarî mijarên curbicur gurr bûye mijarên wek piştgirîya Amerîkayê ji derbekarên li Tirkîyê, gêreya li peywendîyên konsulî yên her du welatan û nakokîya li ser opêrasyona Tirkîyê dijî bakûra Sûrîyê ji wan babetana bûn ku di yeksala buhurî de bûn sedema gêreyê li peywendîyên Waşîngton-Enqerê.

Xala balkêş eva ye ku Tirkîyê û Amerîkayê peywendîyên xwe yên konsulî bo heyamekê rawestandin lê eva Amerîka ye ku pêkutîyê li ser mayîna li baregeha Incirlîkê dike. Lê pirs eva ye ku di rewşekê de ku berî vîya Amerîkayê peywendîyên konsulî yên digel Tirkîyê rawestandine û ev welata boykot kiribû, Waşîngton çawan dikare dewama hebûna hêzên xwe li Tirkîyê pîne bike û rewa bide nîşandanê?

Bersiva vê pirsê eva ye ku baregeha hewayî ya Incirlîkê hertim girîngîyeke dîyarkir ji bo hêzên amerîkî hebûye.

Mihemed Bîldîk lêkolerê sîyaseta derve têkildarî girîngîya baregeha hewayî ya Incirlîkê ji bo Amerîkayê dinivîse: Baregeha Incirlîkê roleke bingehîn ji bo pişkeke berfire ya opêrasyonên leşkerî yên Amerîkayê heye. Ev baregeha vê imkanê dide Amerîkayê ku opêrasyonên hewayî li Rojhilata Navînê û deryaya Sipî û heke pêwîst be li Balkanê û rojhilata Ewropayê pêk bîne.

Derketina Amerîkayê ji vê baregehê dikare berbendeke cidî li hemberî opêrasyonên hewayî yên vî welatî li bakûra Rojhilata Navînê saz bike, lewma Amerîka tevî gêreya digel Tirkîyê û boykotkirina Enqerê, hêzên xwe li vê baregehê radigire. Kiryara ku li gorî kiryarên durû yên Amerîkayê li hemberî Tirkîyê, zêdetir ji hebûnê cureke dagirkerî bê şirovekirin, dagirkerîya ku mirov dikare mînakeke din a wê li Kûba û Kendava Govantanamoyê bibîne.

Li welatê Kûbayê, Amerîka tevî hewildanên zef ji bo sekinîna li hemberî gel û dewleta Kûbayê û boykotkirina demdirêj a vî welatî, dagirkirina pişkeke Kendava Govantanamoyê didomîne.

Dewleta Tirkîyê bi berçavgirtina van mînakên dîrokî û serederîya Amerîkayê digel gel û welatê xwe bi başî fem kirîye ku Amerîka li hemberî welatên din berjewendîyên xwe berçav digire. Meseleya ku niha bi desthilatdarbûna Donald Trump serokomarê Amerîkayê li vî welatî zêdetir ji ber gurr bûye. Dewama hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li baregeha hewayî ya Incirlîkê ji vir pê va dikare bibe gefek li dijî cînarên Tirkîyê û peywendîyên vî welatî û cînarên Enqerê bêxe ber xeterê.