Şiroveyek têkildarî seredana rêberê inqilabê ya deverên erdhejlêketî yên rojavaya Îranê
Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî vê sibê dema seredana deverên erdhejlêketî li Serpol Zehaba Kirmanşanê pêgirî kir: Bila berpirs hewldanên xwe dubernaber bikin û em bi vê astê qanih nînin.
Hezretê ayetulah Xaminêyî ji gelê re got: Min gellekî hez dikir di dema şabûna dilan û geşatîya jîyanê de seredana bajarê we gelê dilovan û bawefa bikim ne di rewşekê de ku hûn tûşî xem, bela û karesateke wiha giran bûne.
Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Vê bûyerê gelê Îranê livand û gel li hemî deverên welêt bi vê hestê ku dilê wan li Kirmanşanê ye û deyndarê Kirmanşanê ne, bi qasê ku karîn, erka xwe ya gîhandina alîkarîyê cih anîn.
Rêberê qedirgiran ê inqilabê 6 salan berî niha di destpêka payîzê de seredaneke dîrokî bo parêzgeha Kirmanşanê kiribû.
Wî li wê seredanê li koma gelê egît, mêrxwas û bawermend ê Kirmanşanê got: Dewrana Berevanîya Pîroz (8 salên şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê), ceribandineke mezin ji bo vê parêzgehê bû. Şerê heştsalî ji vê parêzgehê destpê bû û li vê parêzgehê kuta bû. Li gorî teybîra rêberê giranqedir ê inqilabê yek ji pirsgirêkên mezin ku ji destpêka inqilabê ve welatê me tûşî xwe kir, hema ev şerê sepandî yê heştsalî bû lê, şer bi destê gel hat birêvebirin. Çawan ku rêberê inqilabê di vî warî de bal kişand ser berxwedan û fidakarîya gelê parêzgeha Kirmanşanê di dewrana Berevanîya Pîroz de û got: Eva cara yekem nîne ku bajarê we gelê bihedar û dilovan û bajarên derdora wî tûşî pirsgirêkên bi vî rengî bûne belkî we di dewrana şerê sepandî de jî camêrtî, berxwedan û pehlevanî li hemberî derd û êşan nîşan da û hûn ê roja îro jî wan nîşan bidin. Bêguman dema berpirs di rewşên wiha de li rex gel bin û xwe şirîkê xem û derdên wan bizanin, dibe sedema arambûn û kêmbûna êşan.
Di encama erdheja li rojavaya Îranê ku di encamê de heta vê gavê zêde ji 500 kesî canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne û gellek mal û avahî kavil bûn, gelê Îranê li rex berpirs û dezgehên têkildar dest bi gîhandina alîkarîyan bo mexdûrên vê erhejê kir. Gîhandina lezgîn a alîkarîyan bo mexdûran, hewldana bêrawestan bi merema bicihkirina demkî û dabînkirina imkanên pêwîst ên wek av, ceryan û gazê, dabînkirina ewlehîyê û rêkûpêkirina şandina alîkarîyan, sê faktorên girîng û berbiçav li kontrolkirina vê karesatê bûne.
Bêguman amadebûn û pişkdarîya gel di demên wiha de, neimetekî mezin e ku li her derî bi dest nakeve.Helbet gel jî çaverêtîyên xwe hene ku ew jî di cî de ne û mafê wan e. Gel çavlirê ye ku dewlet û hemî berpirs wisa ku hêjayî gelê Îranê û nemaze gelê xwoşdivî yê parêzgeha Kirmanşanê ye, ji giranîya barê vê bobelatê kêm bikin.
Rêberê giranqedir ê inqilabê jî li seredana îro ya deverên erdhejlêketî pêgirî ser vê xalê û pêwîstîya hewldana zêdetir a berpirsan li rex sebir û berxwedana gel li hemberî pirsgirêkan kir.
Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Mirovên mezin û egît li hemberî bûyeran disekinin û wan bi vîna xwe ditewînin, lewma herçend ku erdhej, bela û karesateke mezin e ku bi kavilkirinê her kesî xembar û mexdûr dike lê hema ev erdheja dikare di encama berxwedan û hewldana gelê ji bo vejîyandin û avakirinê dikare bibe neimetekî mezin.