Balyozê Emerîkayê bo wezareta karên derve ya Tirkiyê hat vexwendinê
Wezareta karên derve ya Tirkiyê jibo protestokirina dayîna hikma girtina parêzvanên serokomarê Tirkiyê Erdogan ji aliyê dadwerekî emerîkî, banî balyozê vî welatî li Enqerê bo vê wezaretxanê kir.
Dadwerê dadgeha Waşengtonê roja pênşemiyê, 15 Hezîranê li hukmekê fermana girtina 12 kes ji parêzvanên serokkomariya Tirkiyê da.
wek berteka li hember vê kiryarê, wezareta karên derve ya Tirkiyê tevî ragihandina nerzîbûna xwe li bara vê hukmê jibo parêzvanên Erdogan, wê kiryareke şaş, alîgirane û neqanûnî da zanîn.
Meha derbasbûyî parêzvanên Erdogan li ber cihê mayîna balyozê Tirkiyê li Waşengtonê êriş kirin ser dijberên wî û ew birîndar kirin.
Eva cara dudiyan e ku wezareta derve ya Tirkiyê balyozê Emerîkayê li Enqerê ji ber kiryara hêzên ewlehiyê yên vî welatî tev parêzvanên serokkomarê Tirkiyê li sefera meha derbasbûyî ya Erdogan bo Emerîkayê banî vê wezaretxaneyê dike.
Ya rast ew e ku dema hizûar Receb Teyib Erdogan serokkomarê tirkiyê li Waşengtonê, navbera kurdan û dewleta Tirkiyê li Emerîkayê û li ber balyozxana Tirkiyê li Waşengtonê pirsgirêk derket. Berteka hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li hember kurdên rûniştiyê Emerîkayê ku li ber balyozxana Tirkiyê civiyabûn bû sedema pevçûeneke giran navbear her du aliyan û çend kurdên beşdarê xwenîşandanê birîndar bûn.
Hin çavkanî û medyayên Emerîkayê diyarkirin ku hegera hovitî û êrişa bi tûndî û tûjî ya parêzvanên serokkomarê Tirkiyê ser dijberan li Waşengtonê, dayîna fermana rasterast a Erdogan jibo serkutkirina kurdên dijberê bûye.
Lewma rayedar û saziyên siyasî yên Tirkiyê bi komek ji rexneyên derûdorên nûçan, medyayê Emerîkayê rûbirû bûn û piştî bêdengiyekê, serê axir bertek nîşan dan û balyozê Emerîkayê li Tirkiyê banî wezareta derve ya vî welatî kirin.
Her wiha dewleta Tirkiyê bi nivîskî û devkî kiryarên ku bi dijminatî hatin zanînê protesto kir. Hîngê Emerîkayê bersiveke fermî neda hemî refatrên nerazîbûnê yên dewleta Enqerê, lê hima dadgeha Waşengtonê, bersiveke fermî û praktîkî bo hemî rexneyên berê yên dewleta Enqerê bo Emerîkayê tê nirxandin. Bi taybet ku dewleta Tirkiyê nerzî ye ku çima polîsê Waşengtonê li pişgiriya ji karwanê Erdogan bala xwe nedaye ser daxwaziya parêzvanên wî. Nerazîbûna ku bersiva wê ji aliyê Waşengtonê ev hevoka bû ku heya beriya mudaxila parêzvanên Erdogan, nerazîbûn bi aşitî û bi parastina qanûnan bû lewma tu hevceyî bi beşdariya polîs tinebû.
Çavkaniyên nûçan ên rojavayî ji wan Reutersê jî li raporekê derheq vê yekê ku nerazîbûnên aram ên kurdên dijber wextekê rastî tund û tûjiyê hat ku komek ji alîgirên Erdogan êrişkirin ser dijberên wî ku li dijî wî slogan diavêtin. Îdiaya Waşengtonê li vê barê piştrast dike û bêguman dadgeha Waşengtonê li hilkolandina belge û raporên polîs hikma girtina 12 parêzvanên Erdogan daye. lê nabe vê xalê ji bîr bikin ku peywendiyên navbera Tirkiyê û Emerîkayê bi prespektîva ku rêberên Enqerê piştî hatina Donald Trump li Emerîkayê angaşt kiribûn, pir dûr ketiye loma dûr nîne ku pêşnîna pirsgirêka navbera nihêrîna Enqerê û Waşengtonê li bara hin meselên navçê û navneteweyî û her wiha alugurên navxweyî yên Tirkiyê ji wan pêwîstiya rawestana destxwe li hember koma Gulen wek sebebkarê darbeya bêencam a havîna buhurî li Tirkiyê hîn kûrtir bibe.