May 31, 2017 17:14 Asia/Tehran
  • Tirkiyê welatên alîgirê Fethullah Gulen hişyar kirin

Rayedarên dewleta Enqerê dibêjin ku dê ji welatên alîgirê grûpa Fethullah Gulen,tola xwe hildin.

 Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, gef li wan welatan  xwar ku endamên  ber şopandinê yên  grûpa Fethullah Gulen radestî dewleta Enqerê nakin û got ku dê di pêşerojeke nêzîk de tola xwe ji wan hilde.

 Wî li civîna fraksiyona  AKP li parlemana Tirkiyê, hişyarî da welatên  alîgirê Gulen ku  welatên  piştgirê vê grûpê bila endamên  ser bi Gulen radestî vî welatî bikin neku dê eva ser zirara wan temam bibe.

 Herçend ku  serokkomarê Tirkiyê navê welatekî taybet nebiriye lê dikarin wisa fehm bikin ku  ERdogan behsa Emerîka û hin dewletên ewrûpî dike. Tevî ku  eva cara yekê ye ku  qaşo welatên  alîgirê Fethullah Gulen ji aliyê rayedarekî pilebilind ê  Tirkiyê tê bikaranîn.

Gotinên ERdogan li halekê ne ku heya niha dewletên ku alîgirên  grûpa Gulen wek penaber wergirtine mîna Almanya û Yewnanistanê, bersiva  erênî nedayne daxwazaiyên  berdewam ên  rayedarên  dewleta Enqerê bitaybet serokkomarê Tirkiyê lewma karzanên meselên  Tirkiyê gotinên vê dawiyê yên  Erdogan  bi talûke dizanin. Bitaybet ku  nemumkin tê xûyanê ku rayedarên  dewleta Enqerê li warê vegerandina  Fethullah Gulen û alîgirên  wî bo vî welatî bi ser kevin. Eva li halekê ye ku hewldanên zêde ji sê salên buhurî yên dewleta Enqerê jibo vegerandina  Fethullah Gulen bêencam bûye. Dewleta Enqerê di eynî demê de, di kiryareke  bi heqret, hemî belgeyên xwe daniye ber destê dewleta  Emerîkayê ku rayedarên  WAşengtonê, Fethullah Gulen radestî Tirkiyê bikin. Tevî daxwaziyên  çend carî yên  rayedarên Tirkiyê ji Emerîkayê û şandina  belgeyan, koşka Sipî hîn jî naxwaze Gulen radestî Tirkiyê bike. 

 Eva nîşan dide ku li gor nihêrîna dewleta Emerîkayê û hin dewletên  ewrûpî, daxwaziyên berdewam ên rayedarên  Enqerê maqûl nînin û nayên  cihanînê.

 Xala balkêş li vê barê eva ye ku ku dewleta Enqerê bi mehna van aloziyan  tev Emerîkayê û hin dewletên  ewrûpî tevî guhertina hin qanûnên navxweyî yên welêt, peywendiyên  tev dewletên  ewrûpî jî li gor berjewendiyên  AKP bi serûber kiriye.

 Di vê rewşê de divê were gotin: Gotinên  serokkomarê Tirkiyê li bara radestkirina endamên  grûpa Gulen li halekê ye ku  rayedarên  dewleta Enqerê hîn jî ji koşa Sipî daxwaza radestkirina  Fethullah Gulen  kirine.

ERdogan vê dawiyê li gotûbêja  telefonî tev Donald Trump serokkomarê Emerîkayê cardinê daxwaza xwe dubare kir lê Waşengtonê ev daxwaziya jî red kiriye.

Bila neyê jibîrkirin ku piştî darbeya serneketî ya Tîrmeha buhurî ji sala 2013an , Fethullah Gulen, rêberê menewî yê nûrçiyên Tirkiyê û alîgirên wê tawanbar bibûn ku jibo sernixûnkirin û avakirina  dewleta Sayê hewlê didin.

Muhemed Fethullah Gulen, waiz, nivîskar û mamosteyê aznistên exlaqî û îlahiyatê ji Tirkiê ye ku xwe sigûn kiriye û jisala 1999 li eyaleta Pênsîlwanaya  Emerîkayê dijî.

 Ew rêberê menewî yê nûrçiyên  Tirkiyê û cimaetek nasiyar bi cimaeta Nûrê an cimaeta  Gulen li Tirkiyê ye. Li salên derbasbûyî û li pevçûnên  hakimiyeta Tirkiyê tev alîgirên  grûpa Gulen, Receb Teyib ERdogan serokkomarê Tirkiyê bi caran ji Fethullah Gulen xwest ku vegere welêt lê wî qebûl nekiriye.

 Hin tiştên ku li bara  Gulen eşkere bûne nîşan didin ku vî kesayetiyê di rûvek de olî li karûbarên  aborî jî li piraniya welatên cîhanê xebatê dike.

 Her wiha  Fethullah Gulen bin sitara xebatên olî,  jibo alîkariya bo berjewendiyên Emerîkayê li cîhanê xebatên tivarî dike. Sercem divê were gotin: Gefa welatên cîhanê  bo tolhildanê, tenê hewldana  jibo mezinnîşanadyînê ji aliyê serokkomarê Tirkiyê ye û tu armanceke din tine.