Nîsan 02, 2017 17:59 Asia/Tehran
  • Siyasetên Amerîkayê yên li dij Îranê

Rayedarên amerîkî li van rojên dawiyê dewreke nû ji siyaset û liv û tevgerên li dij Îranê dane despêkirin. Ew îdia dikin: Îran li karûbarên welatên erebî mudaxile dike û pişta terorîzmê digire, li vî halî de ew hêza mûşekî ya Îranê ji navçê û cîhanê re bi taluke didin zanînê.

Li çarçova vankiryarên Amerîkayê li dij Îranê li Kongereya vî welatî grûpeke xebatê li dij hêza mûşekî ya Îranê pêk tê û gotegotên wan li bara boykotkirina muhtemel a Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî jî her diçe zêde dibe. Evana bi eşkera li dij peymana li dij pêsparteyên Amerîkayê li hemberî Lihevkirina Navokî ya Îranê tê hesabê.

Hêjayê gotinê ye ku li çarçova kiryarên rayedarên amerîkî li dij Îranê wezîrê parastinê yê vî welatî James Mattis li sefera xwe ya Brîtanyayê îdia kiribû ku Îran piştgiriya terorîzmê dike. Li vê çarçovê de fermandarê derecebilind ê NATO`yê James L. Jones jî roja şemê îdia kiribû ku Îran gef û tehlukeyeke berbiçav e, lewma pêkanîna NATO`ya Erebî peyameke cidî û bi hêz e ji bo Îranê. Wî li gotûbêja xwe bi rojnama Şereq el-Ewset ya Londonê re gotibû ku Waşîngton ji vê meselê piştgiriyê dike.

Ev liv û tevger û şantajên rayedarên amerîkî di rewşekê de ne ku Îsraîl û Erebistan sebebkarê gelek ji alozî û krîzên navçê ne , lê rayedarên amerîkî rastiyan terse û nerast nîşan didin û Îranê tawabnbar dikin ku li karûbarên navçê mudaxile dike û ji bo vê îdiaya xwe ti heger û belgeyek li ber destan de tinen.

Li berteka van gotinên rayedarên amerîkî bi taybet yên wzîrê parastina vî welatî berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî got: Rayedarên Amerîka dewsa tawanbarkirina derew a Îranê û berdewamiya siyasetên bê encam ên berê li dij Îranê û îstifadeya ji meela terorîzmê wekî darê destê xwe, hin welatên hevgirtiyê xwe li navçê de wezîfedar bike ku piştgiriyên xwe yên sîlahî, fînansî û fikirî ser grûpên terorîstî û tekfîrî qut bikin.

Amerîka li warê rawestana li ber terorîzmê karekî kêrhatî û bi bandor  nekiriye belkî bi xwe bûye beşek ji vê yekê û bi kar û kiryarên xwe bûye sedema berfirebûna û belavbûna terorîzmê li navçê de. tîma şerxwaz ya deshilatdarên amerîkî ya şerxwaz bi tenê li fikira firotina çek û sîlahên xwe bo welatên navçê yên erebî ne daku dolarên wan ên niftê bikişînin nav berîka xwe û planên wekî NATOya erebî jî li çarçova vê hedefa wan e.

Erebistana Siûdî û hin welatên erebî yên din jî ku li fikra saxvekirina mewqiya xwe ya berê ne mesela tirsandina ji Îranê ji xwe re kirine darê destan û li vê çarçovê de pêşniyara pêkanîna Yekitiya Erebî ya li dij Îranê daye ku helbet serkevtina li vî warî de zêde ji xewn û xeyalê nîne.

Li halê ku Amerîka dixebite ji bin pêkirina rasterast ya Lihevkirina Navokî xwe dûr bike, hewl dide ku Îranê ji navçê û cîhanê bi xeter nîşan bidin taku bikarin civaka cîhanî bêxin hemberê Îranê û bi vî awayî rê li bar lawaziya vê lihevkirin serast bikin.