Şertên Tirkiyê jibo derketina hêzên wê ji Sûriyê
Dewleta Enqerê jibo derketina tam a eskerên Tirkiyê ji erdên Sûriyê şertên nû hilêxistine.
Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li hevpeyvîna tev rojnama Huriyetê ragihand: Dewleta Enqerê heya beriya bicihbûna hêzên xwecî û vegeriyana xelkê sivîl bo malên xwe, hêzên xwe ji bakurê Sûriyê dernaxîne.
Gotinên Çawûşoglu li halekê yê ku Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê 29 Adarê ji dawiya operasyona nasiyar bi Mertala Firatê li Sûriyê agahî dabû. Wî her wiha gotibû ku heke xeterek li ber ewlehiya Tirkiyê were dîtin, muhtemel e operasyoan nû ya Tirkiyê li erdên Sûriyê destpê bibe.
Gotinên rayedarên Tirkiyê li warê bicihbûna eskerî li erdên Sûriyê di rewşekê de ye ku dewleta qanûnî ya Şamê ji ber pevçûna li çend bereyan û êrişa necamêrane ya hin dewletên biyanî, îmkana kontrolkirina hemî erdên Sûriyê tine. Bi wateyek din gotinên mudaxilekirane yên rayedarên Enqerê li dijî Şamê, ne tenê ji ber hêza artêşa Tirkiyê ye belkî tenê tê wateya lawaziya rayedarên tirk li warên derketina ji bin barê krîza navxweyî, lawaziya li kontrola tam a neyaran li welêt û nekêrhatîbûna li kontrolkirina kurdên Tirkiyê. Di her halî de divê were gotin: Rewşa vê gavê ya Sûriyê bûye sedem siyasetvanên Enqerê şert û mercên teze li dijî serbixwetî û yekperçetiya erdê Sûriyê bixin rojevê.
Lêkolîna ser mehneyên Tirkiyê jibo dagirkirina hin beşên erdên Sûriyê nîşan dide ku heger û mentiqeke taybet jibo siyasetên dewleta Enqerê di vî warî de tine.
Li halekê ku piraniya siyasetvanên navçê bitaybet rêberên Sûriye û Iraqê, dewleta Enqerê bi piştgiriya ji grûpên terorîstî yên mîna bereya El-Nusre û DAIŞê ku bi piştgiriyên aborî û eskerî yên hin welatên erebî û rojavayê bitaybet Emerîkayê aktîv bûn tawanbar kirine.
Hin rojnamevan û ajansên navçê ji wan medyayê Tirkiyê ev rastiya eşkere kirine ku dewleta Tirkiyê li piştgiriya ji grûpên terorîstî li Sûriye û Iraqê dest hebûye û tim di vê riyê de tev digere. Ji ber van rastiyana , bêguman dewleta Tirkiyê li operasyona eskerî li nav axa Sûriyê bi ser neketiye û işkest xwariye. Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê li roja 22 Sibata sala 2015`an operassyona eskerî li vî welatê cînar destpê kir. Cihanîna vê operasyona neqanûnî û li dijî mafên navneteweyî û heta li dij erf û edeta cînaretiyê rastî nerazîbûna dewleta Şamê hat. Lê Hêzên artêşa Tirkiyê li roja 24 Tebaxê li çarçêva operasyona Mertala Firatê, bêyî destûra dewleta Sûriyê derbasî nva axa vî welatî bûn.
Rayeadrên dewleta Şamê bi şermezarkirina êrişên hewayî û bejahiyê yên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, bi caran tekez kirine ku dewleta Enqerê bi mehna êrişa ser grûpa terorîstî ya DAIŞê, grûpên kurd bitaybet hêzên kurd ên dijberê dewleta Enqerê li axa Sûriyê serkut dike.
li ser hev li bara liv û tevgerên eskerî yên artêşa Tirkiyê li erdên hin welatên cînar bitaybet Sûriyê dikarin bibêjin: Dagirkirina erdên Sûriyê bi her mehneyê bûye sedema işkesta hewldanên dewleta Enqerê û hevpeymanên navçeyî û cîhanî yên wê.