Nîsan 01, 2017 20:30 Asia/Tehran
  • Sîxuriya Tirkiyê li cîhanê, xizmet an xiyaneta dewleta Enqerê

Parlemanterekî Otrîşê bi eşkerakirina hin belgeyan Tirkiye tawanbar kir ku ji riya balyuzxanên xwe li welatên cîhanê operasiyoneke berfire li dij dijberên dewleta tirk û Erdogan bi rê xistiye û dijberên hanê ji dewletê re dide nasandin.

Kanala EuroNewsê îro bi weşandina vê nûçeyê got: Belgeyên ku parlemanterê otrîşî ji Partiya Kesk Peter Pilz weşandine nîşan didin ku balyuzxanên Tirkiyê li gişt welatên cîhanê wezîfedar in li bara dijberên hikûmeta Tirkiyê û Erdogan sîxuriyê bikin û wan ji dewletê re bidin nasandinê.

Welatên wek Almanya, Otrîş û Swîsrayê jî lêkolînên berfire ser ser vê sîxuriya Tirkiyê dane despê kirin. Herwiha  pêwendiyên hin welatên Ewropayê bi Tirkiyê re ser hewldanên dewleta AKP`ê yên ji bo referandumê li van welatan aloz bûye.

rayedarên Dewleta Enqerê mesela sîxurîkirina li welatên cîhanê înkar dike eva di rewşekê de ye ku Peter Pilz li bara vê sîxuriya Tirkiyê belgeyên bawerpêkirî raber kirine, fermana sîxurîkirina Tirkiyê li kaxeznameyên ku arma boruya serokwezîrî û teşkîlata Diyanetê ya Tirkiyê  li ser bûye ji balyuzxanên Tirkiyê re hatiye şandin. Helbet eva cara yekem nîne ku dewleta Tirkiyê li bara dijberên Erdogan û li bara piştgirên Gulen û PKK sîxuriyê dike li Kanûna par jî medyayên Almanyayê derheq sîxuriyên wiha xeber dabûn li wê sîxuriyê pêşnimêjên Civaka Misilmanên Tirk ku meaşa xwe ji teşkîlata Diyaneta Tirkiyê distandin wezîfedar bibûn ku derheq piştgirên Fetullah Gulen sîxuriyê bikin.

Heta hate ragihandin ku hin sîxurên MIT di nav PKK jî dixebitîn ku piştî ku ev grûpa pêhesyaye ew ji nav birine.

Ji xwe dewleta Tirkiyê hevdemê hewldanên xwe li dij piştgirên Fetullah Gulen û PKK li derveyî vî welatî hewldanên wiha dane despêkirin û vê yekê li çarçova ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê dide zanîn. Dawiya Sibata bihûrî dewleta AKP ji fêrkar û muelm û malbatên xwendevanên tirkiyeyî yên li Almanyayê  xwestibû kesên ku li medresan ji Erdogan rexne dikin ji konsolxane û balyuzxana Tirkiyê li Almanyayê bidin nasandin.

Lê niha mesela sîxuriya Tirkiyê li derveyî welêt ketiye nav qonaxeke hestyar bi taybet ku niha referanduma qanûna bingehîn li pêşber de ye û ragihandina dijberiyan li hemberî siyasetên Erdogan zêde bûye loma naskirina dijberan bûye karekî hêsan. Li vê rewşê de piraniya karzan û heta xelkkê Tirkiyê pînekirina dewletê li bara vê yekê ku bi sîxuriylê xizmeta ewlehiya gelê Tirkiyê dike qebûl nakin belkî wê wek xiyaneteke dewletê li netewê Tirkiyê dizanin, çûnku êdî kes baweriya xwe bi dewletê naynin û bawer in ku diqewme her yek ji wan bi xwe (gel) jî bikevin ber van sîxuriyên dewleta Tirkiyê. 

 

.