Adar 31, 2017 17:38 Asia/Tehran
  • Konseya Hevkariya kendava Farsê, sekinîna  ser helwêst û îdiayên nemaqûl li dijî Îranê

Welatên endamê konseya hevkariya Kendava Farsê roja pênşemiyê li dawiya civîna Riyazê, Îranê bi piştgiriya ji tiştê ku grûpên terorîstî li Behreynê dan zanînê, tawanbar kirin. Li vê daxuyaniyê bi hilêxistina tawanên pûç ji Îranê hat xwestin ku dev ji siyaseta gurkirina kêşeyên firqeyî û piştgiriya ji grûpan û mîlîşaran li welatên erebî berde.

 Wezîrê karên derve yê Behreynê jî bi dubarekirina  van îdiayên  pûç got : Li civîna  Riyazê mesela  peywendiya tev  Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilkolandin û  gotinên  şêx Sebah Xalid  Hemd El-Sebah, alîkarê ewil ê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Kuweytê li bara sefer vê dawiyê ya wî bo komara Îslamî ya Îranê hatine niqaşkirin

 Daxûyaniya dawiyê ya  vê civînê û gotinên  wezîrê karên derve yê Behreynê berûlayên  armancên sereke yên  vê civînê nîşan  dide.

 Ev civîna  li halekê hat lidarxistin ku hin welatên  konseya  Hevkariya kendava Farsê bi peyrewiya  ji  mudaxilên Riyazê peywendiyên xwe tev Îranê xira kirin.

 Helbet peywendiyên navbera wan bi xwe jî tev Erebistanê rastî nakokiya siyasî û aborî hatiye. ji ber ku Erebistan berpirsê piraniya pirsgirêkên welatên  navçê ye .

 Lê dîsa jî ev konseya li daxûyaniya xwe bi berûvajîkirina  rasitiyan, Îranê bi mudaxila li karûbarên welatên ereb ên navçê tawanbar dike. îdiaya ku  tenê  di gotin de rast e û tu belge û hegerek jibo selimandina wê tine.

 Encama  van cure nihêrînên pasîv û xalifî pêkanîna  qeyran û nehevdengiyê di  navçeyê de ye. Eva hemen  armanc e ku  Emerîka û Îsraîl di navçê dişopînin  û hin rayedarên  welatên erebî jî bûne  aktorê sereke  yê vê tevgerê li navçê. Ev konseya  heya niha  ne tenê pêngaveke  bibandor  jibo rawestana li ber gefên rastîn ranekiriye belkî bi pêkanîna  aloziyê li navçê destdirêjiyên  Erebistanê bi taybet li Yemenê piştrast kiriye. 

Erebistan jî hewl dide li dû pîlanên  Konseya Hevkariyê hevalbendiyeke nû li dijî Îranê pêk bîne da ku cih û şûna xwe a sistopisto biparêze. Li vê navberê Behreyn jî hewl dide li hember xwestekên  rewa yên gelanî bêdeng bimîne û bi tawanbarkirina Îranê  sûreta vê meselê pak bike.

  Wezîrê karên derve yê Behreynê di rewşekê de behsa  peywendiyên vê konseyê tev Îranê dike ku  Erebisatbn tev hin welatên din ên endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê di serdema şerê sepandî yê Sedam  li dijî Îranê,  şendîn milyar dularî xerca şerê tev Îranê bike lê niha wer tê xûyanê  rabihurî ji bîra wan çûye û Îranê bi pêkanîna  tund û tûjiya eşîretî tawanbar dikin .

 Ev daxuyaniya li halekê hat weşandin ku  Konseya Hevkariyê cihê dost û dijminan bi zanebûn guhertiye. Divê bipirsin gelo Konseya hevkariyê çend daxûyanî jibo şermezarkirina  dagirkeriyên Îsraîlê dane? Konseya hevkariyê lê berdewam jibo pêkanîna  bêtifaqiyê û pêkanîna derfetê jibo mudaxila  Emerîka û Inglîzê li navçê pêngav rakiriye. Ev liv û tevger û ev nihêrînên  nemaqûl mîna revîna ji rasitiyê ye ku encama wê tenê  xerakirina  peywendiyên navbera  Îranê û welatên navçê ye  û bêguman dê alîkariya çareserkirina  pirsgirêkên van navçana neke.  jibo rawestana  li hember pirsgirêk û gefên  navçê divê rasbîn bibin û maqûl reftarê bikin û ji rabhuriyê dersê wergirin.