Hilkolandina pirsgirêkên navbera Amerîka û Tirkiyê li sefera Tillerson a Enqerê
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li sefera xwe ya yekem bo Tirkiyê wê bi rayedarên derceboilind ên vî welatî re ser pirsgirêk û nakokiyên navbera du welatan biaxive.
Hilkolandina şerê li dij DAIŞ`ê li Reqayê, daxwaza vegerandina Fetullah Gulen bo Tirkiyê û pêwendiyên Amerîkayê bi grûpên kurdî bi taybet bi Partyiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) sê mijarên girîng in ku îro li gotûbêjên Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson tev rayedarên derecebilin ên tirk yên wekî serokomar Receb Teyb Erdogan, serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîrê derve Mewlûd Çawûşoglu dikevin rojevê û tên hilkolandin.
Pêwendî û hevkariyên van du welatan li sala ku bihûrî bi taybet li mehên dawiya serokomariya Barak Obama ser van sê mijaran rastî alozî û sarbûnê bû.
Li bara şerê li Sûriyê her du welat li dij hikûmeta qanûnî ya Sûriyê ne, lê wer xuya dike ku li binî ve an bi gotineke din li paş perdê de di navbera wan ser berfirekirina deshilata xwe li navçê de rikeberiyeke kûr heye. Erdogan ku xewna saxvekirina Empratoriya Osmanî dibîne û li çarçova siyasetên xwe yên Neoosmanîzmê bi henceta şerê li dij terorîzmê alîkariya hin grûpên terorîstî yên wek Artêşa Azad a Sûriyê dike û parek ji axa Sûriyê dagîr dike, Li vî halî de Erdogan alîkariya bo grûpên din ên terorîst jî ji bîr nake û bi dizî ve alîkariya grûpên wekî DAIŞ û El-Nusreyê dike, hedefa wî ji van kiryaran deshilata ser Sûriyê û bakûra Iraqê û serkutkirina grûpên kurd ên dijberê serdestiya Tirkiyê ye. Li vê rewşê de gelek ji van liv û tevgerên Tirkiyê dibin berbend ser riya hewldanên Amerîkayê bona zêdekirina deshilata xwe li rojavayê Asyayê bi awayekî ku li van mehên dawiyê di navbera du aliyan ser birêvebirina operasiyona azadkirina Reqayê wek navenda sereke ya DAIŞ`ê dijberî û nakokiyên kûr çê bûn û rayedarên tirk hêvîdar in ku li serdana Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson a Enqerê ev pirsgirêka safî bibe.Lê belê ji ber dûrbûna bawer û dîtina du aliyan ji hev ser hevkariya bi grûpên kurd yên wekît PYD re lihevkirina ser vê meselê pir dijwar e. Tirkiye îdia dike ku PYD û baskê wê yê leşkerî YPG terorîst in û ji Amerîkayê dixwaze ku hevkariya xwe bi wan re qut bike.
Van grûpên kurd nîşan dane ku reqîbeke cidî yên DAIŞ`ê ne û li hemberî vê grûpa terorîstî serkevtinên mezin bi dest xistine, lewma Waşîngton wan wek grûpên bi bandor dibîne û bi wan re hevkariyê dike, lê belê Enqere vê hevkariyê wek lêxistina xencerê li berjiwendiyên xwe dibîne.
Mijara din ku di navbera Enqere û Waşîngtonê pirsgirêk û dijberî çêkiriye berdewamiya mayîna Fetullah Gulen li Amerîkayê ye. Rayedarên tirk Gulen wek plankarê Darbeya Bêencam a 15 Tîrmeh didin zanîn û ji rayedarên Amerîkayê dixwazin ku wî radestî Enqerê bike, lê belê ne dewleta Barak Obama ew vegerand Tirkiyê û ne jî ya Donald Trump. Amerîka dibêje belge û hegerên Tirkiyê li bara vê îdiaya Enqerê rayedarên dadweriyê li Amerîkayê qanî û qayil nakin da ku Gulen vegerînin Tirkiyê.
Werxuya dike heya dema ku Enqer û Waşîngton ser şerê li Sûriyê, pêşeroja Fetullah Gulen li Amerîkayê û pêwendiyên Amerîkayê bi grûpên kurdî re li hev nekin pirsgirêk û dijberiyên navbera wan safî nabin û kêşeyên navbera wan çi eşkera û çi jî veşartî berdewam dikin. Li her halî de kes bawer nake ku ev pirsgirêkan bi vê seredanê safî bibin.