Tekezkirina Îranê ser jiholêrakirina tam a çekên navokî wek xwesteke cîhanî
Komara îslamî ya Îranê wek piştgireke cidî yê cîhana vala ji çekên navokî, cardinê ser xwesta rewa û daxwaza cidî ya civaka cîhanî jibo jiholêrakirina çekên navokî sekinî.
Xulamelî Xweşrû, balyoz û nunerê herdem ê Komara Îslamî ya Îranê li NY roja sêşemiyê li axiftinekê li beşa pilebilind a civîna muzakira belgeya hiqûqî ya qedexetiya çekên navokî li Niewyorkê got :Serneketina hewldanên navneteweyî û belgeyên mîna NPT`yê derheq wêdebirina gefa mezin a çekên navokî, cihneanîna berpirsiyariyên jiçekkirina navokî ji aliyê welatên xwediyê çekên navokî ye.
Xweşrû her wiha li bara boykotkirina vê civînê ji aliyê welatên xwediyê çekên navokî got :
Welatên xwediyê çekên navokî bêyî ku bala xwe bidin ser xwesteka cîhanî, li halê nûjenkirina cebilxaneyên xwe yên navokî û çêkirina kumikên navokî yên nû yên kavilker in.
Wî her wiha bal kişand ser boykotkirina vê civînê ji aliyê welatên xwediyê çekên navokî û got: Îran wek goriyê çekên navokî gefa çekên tevkujiyê bi başî seh dike û micid e ku hewldanên dîplomatîk jibo rizgarkirina mirovahiyê ji vê gefê, çalakane beşdar bibin.
Ev muzakire divê bibin sedema pêkhatina belgeyeke navneteweyî ku li gor wê çêkirin û berhemanîn, ceribandin, guhestin, bicihkirin, nûjenkirin û xebitandina çekên navokî bi her awayî qedexe ye .
Li navça Rojhilata navîn jî her ev gefa bi şikleke din tê dîtin. Saziya navneteweyî ya lêkolînên aşitiyê yên Stukholmê midehek berî niha di raporekê de ragihand: Îsraîl xwediyê 100 kumikên navokî ye. Îsraîlê bi alîkariya Emerîka, Fransa û Brîtanyayê bi sedan bombe û kumikên navokî bi dest xistine û tenê welatê xwediyê çekên navokî di Rojhilata Navînê de ye.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya îranê çar salan berî niha li civîna jiçekkirina navokî di NY de diyar kir: werin di dewsa çekên navokî de, em çavkaniyên xwe yên aboriyê bikin xerca geşatî û pêşketina welatan, kokbirrkirina destengî û xizaniyê, nexwendewariyê û nexweşiyan. Werin em cîhanekek vala ji çekên navokî jibo nifşên siberojê wek mîrat bihêlin. Ji ber ku eva mafê wan û berpirsiyariya me ye.
serokê Koamra îslamî ya Îranê pêşniyar kir : Bila roja 26 Îlona her sal roja navneteweyî ya jinavbirina çekên navokî were bi navkirin û ev pêşniyara ji aliyê civata giştî ay NY va hat pejirandin.
Niha bi hezaran bombe û kumikn navokî di cîhanê de hene ku dikarin çend caran topa erdê ji holê rakin lê dîsa jî welatên xwediyê van çekana bi milyaran dularî xerca nûjenkirina wê dikin û hîn jî Emerîka û rejîmên mîna Îsraîlê ne ku hewl didin sebebkarên sereke yên bêewlehî û gefa rastîn li navçê û cîhanê binuxumînin.