Zêdebûna gêreyên hilbijartinan li Fransayê
Bi dû kifşbûna berbijarên vebirr ên hilbijartinên serokomarîya Fransayê, gêreyên hilbijartinan li qada sîyasî ya Fransayê dijwar û gurr bûn. Di vê çarçovê da Fransva Oland serokomarê Fransayê bi helwesteke bêmînak li dijî Fransva Fîyon berbijarê Rastgirê Navînrê ê Fransayê bi aşkirayî ragihand, Fîyon hêjatîya berbijarîya li hilbijartinên serokomarîya vî welatî tineye.
Oland post û berpirsîya xwe kirîye hecet ku ev helwesta nîşan daye. Lê ev helwesta bi wateya destwerdana aşkira li rikeberîyên hilbijartinên Fransayê ye. Helbet Oland ji ber gotinên vê dawîyê yên Fransva Fîyon ku behsa kabîneyeke reş li qesra Êlîzê ku navenda rêvebirina şerê rewanî û mêdyayî û herwiha hilêxistina tawanên gendelîya malî li dijî wî kiribû, ev helwesta nîşan daye. Fîyon neyarên xwe li dewleta Sosyalîst a Fransayê li warê hilêxistina riswatîya darayîyê ya xwe tawanbar kirin ta ku bi vê rêyê derbê li kempêyna wî ya hilbijartinan bixe.
Fransva Fîyon ku berê li rapirsîyan di rêza yekem da bû, niha di rêza sêyem piştî Êmanoêl Makêron berbijarê serbixwe yê hilbijartinan û Marîyen Lopen seroka Partîya Rastgir a Tundrê ya Bereya Netewî cî girtîye.
Li halekî ku berê wiha dihat fikirkirin ku ew ê li hilbijartinên serokomarîyê di 23`yê Nîsana 2017`ê da serkevtî bibe Herwiha Marîyen Lopen li gorî dijberîya Fransva Oland û serokên din ên ewropî li hemberî wê, hewl dide li welatên din xwe hevpeymanan peyda bike. Di vê çarçovê da ew çû Ûrsêtê û li hevdîtina ligel Viladimîr Pûtîn serokomarê vî welatî xwest ku peywendîyên nêzîk di navbera her du welatan da hebin ji wan li warê têkoşîna dijî têrorîsmê. Bê guman ev seredana û helwesta Marîyen Lopenê yê tenê bibe sedema zêdebûna dilgiranîya serokên YE`yê têkildarî hatina ser desthilatê ya wê wekî serokomara pêşerojê ya Fransayê û yê bibe sedema zêdebûna hewldanên bo girtina pêşîya serêxwegirtina vê babetê. Hewldana ku yê Oland serokomarê Fransayê jî piştgirîyê bidê. Niha civaka Fransayê li gorî nakokîyên têkildarî mesleeyên girîng ji wan qeyrana penaxwaz û koçberan, çawanîya xilasbûna ji rewşa nebaş a aborîyê û sekinîna li hemberî gefên ewlehîyê nemaze gefên têrorîstî bûye civakeke ducemserî.
Çawan ku li gorî encamên rapirsîyan ji sedî 26`ê xelkê dengê xwe dide Êmanoêl Makêron, ji sedî 25 bo Marîyen Lopen û tenê ji sedî 19`ê xelkê dengê xwe dide Fransva Fîyon.
Rikeberîya hilbijartinan li Fransayê vê carê di rasîtyê da di navbera navînrêyan ( rastigir, çepgir û serbixwe) û tundrêyan da ye. Navînrê û berbijarên serbixwe ku meriv dikare Êmanoêl Makêron berbijarê serbixwe yê hilbijartinên serokomarîya Fransayê û wezîrê aborîyê yê berê pêşengê wan bizane, piştgirê hevdengîya ligel Ewropayê û dewama sûdwergirtina ji dirafê Euro û herwiha hogirê sîyasetên YE`yê di warê qeyrana penaxwazan û çawanîya serederîya li hember meseleyên din nemaze di warê peywendîyên derveyî Atlantîkê ligel dewleta nû ya Amerîkayê ne. Li halekî ku nêrînên tundrêyan ku pêşenga wan Marîyen Lopen e, tam berovajî navînrê û serbixweyan in.Ew bi aşkirayî xwazyarê cidabûna Fransayê ji YE`yê, vegera dubare ser bikaranîna dirafê netewî ango Frankê Fransayê, bisînorkirina berfire ya hatina koçber û penaxwazan û derxistina wan in.
Li gorî girîngîya Fransayê wekî duyemîn welatê girîng ê YE`yê piştî Almanyayê, serokên ewropî niha dilgiranê serketina Marîyen Lopen di dewra yekem a hilbijartinên serokomarîya Fransayê di Nîsana 2017`ê da ne, lewma hewl didin ku bi her awayî be şansê serkevtina berbijarê serbixwe yê van hilbijartinan ango Êmanoêl Makêron zêde bikin.