Komîsiyona Ewrûpayê bane baylozê Tirkiyê li Yeketiya Ewrûpayê kir
Komsyona Ewropayê wekî berteka li hemberî gotinên bêrêzane yên Receb Teyîb Erdogan li dijî welatên ewropî, nunerê vî welatî li YE`yê ban kir.
Erdogan piştî ku hinek ji welatên ewrûpî yên wekî Alman û Hulendayê nehêştin wezîr û karbidestên Tirkiyê civînên li bara giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn a Tirkiyê li van welatan birê xînin, ev welatana bi faşîstbûnê tawanbar kirin û ragihand ku ev welatên ewrûpî piştevanê terorîstanin û xelkê xwe ji îslamê ditirsînin û dijayetiya tev biyaniyan li nav welatên xwe rewac didin.
Li rewşekî wiha ku Komîsiyona Ewrûpa bane baylozê Tirkiyê li Yeketiya Ewrûpayê kiriye wisa diyar e Yeketiya Ewrûpayê biryar girtiye bertekekî tund nîşanî Tirkiyê bide.
Ya rast wisa diyar e li dewra nû ya kirîza navbera Tirkiyê û Yeketiya Ewrûpa, her du alî dixebitin bi tundî bersiva hevdu bidin ta ku aliyek aliyekî dinê neçar bike ku dest ji van reftarên xwe berde û paşda bikêşe lê wisa diyare ku tu kîjan ji du aliyan naxwazin dest ji siyasetên ku li hemberî hevdu girtine ber xwe berdin û eva bûye sebeb ku peywendiyên navbera Enqerê û Birûksilê berfirehtir bibe.
Rewşa navbera Tirkiyê û Yeketiya Ewrûpa wisa lê hatiye ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ragihandiye ku piştî giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn li vî welatî ku 16 Nîsanê dê pêk were, Enqere venêhrînekî tam davêje ser hemû peywendiyên siyasî û îdarî yên vî welatî tev Yeketiya Ewrûpa ku mesela penaberan yek ji van babetan e, lê Erdogan ragihandiye ku peywendiyên abûrî yên dinavbera Tirkiyê û Yeketiya Ewrûpa hema wekî berê dê berdewam bin.
Erdogan li halekê gotinên wiha tîne ziman ku Yeketiya Ewrûpa qet qebûl nake ku Tirkiye dewamê bide peywendiyên xwe yên abûrî tev vê yeketiyê lê ji aliyê din ji mesela penaberan bona zextûzora ser welatên ewrûpî istifade bike, bê şik Yeketiya Ewrûpa jî qet qebûl nake ku Tirkiye hema wisa dewamê bide tawanên xwe dijî vê yeketiyê û dilê xwe bi peywendiyên abûrî tev Yeketiya Ewrûpa xweş bike lê ji aliyê dinve bêje ku bo nimûne rêketina tev Yeketiya Ewrûpa li bara penaberan têk dide, bê şik Birûksil jî dikare venêhrînê bavêje ser peywendiyên xwe yên siyasî û abûrî tev Tirkiyê.
Eger Enqere bixwaze rêketina navbera Tirkiyê û Yeketiya Ewrûpa li bara penaberan ku li Adara 2016 hate îmzakirin binpê bike, bê şik Yeketiya Ewrûpa bertekekî giran dê li hemberî vê reftara Tirkiyê nîşan bide ku Enqere nikare van cure bertekan tamil bike.
Helbet piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya Tîrmeha sala par li Tirkiyê, ji ber ku welatên ewrûpî siyasetekî zelal li vê barê negirtine ber xwe, loma peywendiyên navbera Enqerê û Birûksilê aloztir bû.
Ji aliyê dinve Yeketiya Ewrûpa jî reftarên Enqerê li hemberî neyarên dewleta AKP û darbeçiyan bi tundî rexne kir û welatên ewrûpî ragihandin ku van cure reftarên dewleta Tirkiyê derheq neyaran bibaşî nîşan da ku Enqerê soz û qirarên xwe yên ku xwestibû bibe endamê Yeketiya Ewrûpa qet li bara neyaran cih neaniye û hema eşkera û bi mihanên îspat nebûyî neyarên xwe serkut dike.
Helbet pêwîst e bê gotin ku çavkaniya sereke ya neyariyên navbera Enqerê û Birûksilê, dizivire ser xebata Erdogan bona guhartina qanûna bingehîn û nizama hikûmetî li nav Tirkiyê ku xebata vê giştpirsiyê evaye ku nizama parlemanî li Tirkiyê bê guhartin û bibe nizama serokkomariyê ku Yeketiya Ewrûpa bi şîdet neyarê van cure siyasetên Erdogane .
Yeketiya Ewrûpa hema eşkera neyariya xwe tev guhartina qanûna bingehîn li Tirkiyê ragihandiye û ragihandiye ku ev cure siyasetên Erdogan, Tirkiyê ber bi dîktatoriyet û zorbêjiyê dibe.
Ji aliyê din ve karbidestên Tirkiyê jî ser vê bawerê ne eva ku welatên ewrûpî vê dûmahîkê îzn nedane karbidestên AKP ku civînên li ser giştpirsiya guhartina qanûna bingehîn li van welatan birê xînin ji ber viyaye ku ev welatana neyarê guhartina nizama hikûmetî li Tirkiyê ji parlemanî ber bi serokatiyê ne.
Her ji ber viya ye ku Erdogan ku gelekê li ser reyî û dengên xelkê Tirkiyê ku li welatên ewrûpî dijîn hisabekî taybet vekiribû û dilê xwe bi dengê erênî yê van welatiyên xwe yên ku li ewrûpa dijîn girêdabû, ragihand ku van welatên ewrûpî bona ku xelkê Tirkiyê dengê ``na`` bidin vê giştpirsiyê, loma nehêştin ku karbidestên AKP`ê biçin van welatan û li bara vê giştpirsiyê bo xelkê tirk yên ku li nav welatên ewrûpî dijîn biaxivin.
Li vê navberê siyaseta Amerîka li hemberî van aloziyên navbera Tirkiyê û Yeketiya Ewrûpa balkêşe, ji ber ku Amerîka pirtir li dû xêr û qazanca xwe li Rojhilata Navîn digere, loma dixwaze ku aloziyên navbera Enqerê û Birûksilê kêmtir bibin.