Sêyemîn civîna Astanê ser qeyrana Sûriyê bi hin berbend û astengîçêkirinan rûbirû bûye
Sêyemîn civîna Astanê li bara qeyrana Sûriyê di rewşekê de li halê lidarxistinê ye ku li vê civîn aliyên dijberê hikûmeta Sûriyê hin astengî û berbend ji muzakireyan re çêkirine çûnku naxwazin li vê civînê beşdar bibin.
Ji ber hewldanên cidî yên Îran û Rûsiyê jibo mesela Sûriyê derûdorên curbicur cardinê bala xwe dane ser Hewldanên komî yên kêrhatî jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê ku ev mesela bûye sedem civîna Astanê cida ji şantajên neyarên sûrî tim weke civîna bibandor li çareserkirina qeyrana Sûriyê di rojevê de ye. Di rewşeke wiha de, wezîrê karên derve yê Rûsiyê ji neyarên sûrî ji ber beşdarnebûna wan li civîna Astanê rexne girt.
Sêyemîn civîna Astanê roja sêşemiyê li paytexta Qezaqistanê û bêyî hizûra neyarêns sûrî yên çekdar destpê bû. Grûpa nûneratiyê ya neyarên çekdar ku li civînên berê yên Astanê û li muzakiran beşdarî kir, nişkêve ragihand ku li vê civînê beşdar nabe. Eva di rewşekê de ye ku Beşar Ceferî serokê taxima muzakirekirê Sûriyê li Astana Qezaqistanê eşkere kir ku Tirkiyê li hember muzakirên Astanê berbend çêkirin û beşdarnebûna taxima neyaran li van muzakiran jî ser tewsiya Enqerê cih hatibû.
Muzakirên Astanê bi armanca alîkariya bo lezgînkirina pêvajoya çareserkirina qeyrana Sûriyê û bidesrtxistina rêçara siaysî ya tam û tekûz li bara çareserkirina qeyrana vî welatî ji riya siyasî hatine li darxistin.
Alûgorên Sûriyê nîşan didin dema ku hewldanên siyasî yên navneteweyî jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê digihêje asteke baş û hêja ev alûgora bi dilê hin aliyan nabin û ew bi mudaxilên xwe dil hene pêşiya encama wê bigrin û yek ji hegerên bêencambûna hewldanên navneteweyî li bara qeyrana Sûriyê heman ev rastiya ye. ev civîna qet neketiye ber tesîra van şantajan û hema wisa karê xwe didomîne.
Di rewşeke wiha de em liv û tevgerên dîplomatîk li vê barê li bara hevhatinên cihatî derheq agirbesa cihhatî li Sûriyê û riyên berfirehkirina wê û dewama wê û nirxandina wê ya dubare li civîna nû ya Astanê em dibînin ku ev meseleya bûye baîs ev civîna tim wek liv û tevgereke bibandor û kêrhatî jibo alîkariya bo çareserkirina qeyrana Sûriyê di rojevê de be.
Îran ji wan welatan bûye ku roleke giring li pêkhatina civînên Astanê hebûye û bi sedaqet di vê riyê de pêngav rakiriye ku li wan dewra muzakiran jî şêwirînên berdewam jibo serketina hewldanên jibo pêşdebirina rêçara siaysî li bara Sûriyê kiriye.
Komara Îslamî ya Îranê tevî piştgiriya ji erkdariya NY li alîkariya jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê ser pêwîstiya berçavgirtian hevgav a berûlayên însanî, siasyî û ewlehiyê ya vê qeyranê tekez kiriye.
Siyasetên Îranê yên sereke li hember qeyrana Sûriyê û tekezkirina ser rol û raya gelê Sûriyê li bara kivşkirina rewşa pêşerojê ya vî welatî û piştgiriay ji dewleta qanûnî û gelaniye Sûriyê bûye sedem ku Îran wek aktorê maqûl û bibandor li alûgurên Sûriyê û rawestana li ber terorîzmê were naskirinê û ji aliyê rayedarên navneteweyî yên çalak li bara qeyrana Sûriyê were ecibandin.
Li vê barê Mîlos Ştroger serokê taxima NY li gera sisiyan a muzakirên AStanê jî spasiya rola Îranê ya li alîkariya jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê, ser amadetiya NY jibo alîkariya bo serketina pêvajoya civîna Astanê tekez kiriye.